JIYANA MAHIR ÇAYAN

0 682
image_pdf
JIYANA MAHIR ÇAYAN 

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Gotinên dawî yên Rêberê me Mahir Çayan wiha bûn: “Ne ji bo ku em bizîvirin em hatine vir, ji bo em bimirin em hatine”. Di 30’ê Adara 1972’an de li Kizildereyê manîfestoya şerekî wiha dihat nivîsîn. Ew û 9 hevalên xwe li welatekî ku di binê nîrê emperyalîzmê de ye, qîr kirin ku ji dêvla jiyana koleyan, yekane riya rizgariyê şerê çekdarî ye.

Mahir Çayan di 15’ê Adara 1946’an de li Samsûnê hate dinyayê. Dibistanên navîn û amadeyî li Dibistana Amadeyî ya Haydarpaşa’yê ya li Stenbolê xwend. Di sala 1963’an de çû Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê. Saleke din li Fakulteya Zanistên Siyasî yên Enqereyê, xwendina xwe berdewam kir. Di vê heyamê de kete Komên Ramanî ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya ku bi partiya TÎP’ê û Federasyona Komên Ramanî ve girêdayî bû. Di sala 1965’an de bû serokê komê.

Di sala 1967’an de ji bo demeke kurt çû Frensayê. Rewşa tevgerên sosyalîst û nîqaşên wan şopandin. Di sala 1968’an de li Izmîrê tev li çalakiyên Fîloya 6’an bû û hate binçavkirin. Di wê demê de ji bo nîqaşên Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ya ku di nava TÎP’ê de ji hêla Mihrî Belî ve dihate parastin, li herêma Behra Reş tev li xebatan bû.

Piştî vê gerê, di warê bîrdoziyê de di nava refên Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de cih girt. Mahir Çayan, sedema veqetandina xwe ya ji TÎP’ê, weke pirsgirêka şoreşê rave kir. Di pêvajoya ku li Frensayê bû de ji têkoşînên çekdarî yên rêxistinên gerîla yên Amerîkaya Latînî bandor bû. Di vê pêvajoyê de TÎP’ê bi revîzyonîzmê tawanbar dike û dibêje ku şoreşa li Tirkiyeyê incex bi têkoşîna çekdarî û diyarkirina taybetmendiyên xweser pêk tê. Van nêrînên xwe di kovarên Çepê Tirk û Ronakbûna Sosyalîst de dinivîse. Di vê pêvajoyê de nivîsên girîng ên weke “Bêhna Tûj a Revizyonîzmê-1”, “Bêhna Tûj a Revizyonîzmê-2” û “Taybetmendiyên Oportûnîzma Aren” dinivîse.

Di sala 1969’an de li Enqereyê bi civînekê navê Federasyona Komên Ramanî kir DEV-GENÇ (Federasyona Ciwanên Şoreşger) û herka tevgera şoreşger a Tirkiyeyê guhert. Mahir Çayan tev li kongreya TÎP’ê ya di 1971’ê de nebû û bi xwendekar û karkeran re civîneke din birêistin dike. Cudahiyên xwe yên nêrînê yên bi Mihrî Belî re, bi nivîsa ya bi navê Nameya Vekirî ya Ji Kovara Ronakbûna Sosyalîst Re, di binê sê sernivîsan de ragihand (Têgihiştina rêxistinê, Şêwaza xebatê û Têgihiştina Şoreşê). Bi vî awayî ji doza Şoreşa Demokratîk a Neteweyî û ji kovarê qut dibe û şerê Gerîla diparêze.

Xala bingehîn a vê veqetandinê ew e ku Mahir Çayan di wê nêrînê de bû ku Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, awayeke din a reformîzmê bû. Di wê demê de doza xwe ya “riya li gorî Tirkiyeyê”, di borşûrên bi navê Şoreşa Bênavber 2 û 3 de tîne ziman. Tirkiye dewleteke faşîst a bi teşeye mêtîngeriyê ye û bi têkiliyên nû yên mêtîngeriyê re asta geşdariyê ya gel bilind dibe û di nava olîgarşiyê û gel de hevsengiyek heye û vê hevsengiyê weke “hevsengiya çêkirî” pênase dike. Propogandaya çekdarî, weke rêbaza sereke ya têkoşînê tê nirxandin ku vê hevsengiya çêkirî xera bikin. Di vê pêvajoyê de xebatên avakirina THKP-C’yê didomîne. Di nava avakarên rêxistinê de Ulaş Bardakçi û Huseyîn Cevahîr jî hene.

Di berfanbara 1970’î de rêxistina şer a çîna karkeran bi awayekî fermî tê damezrandin. Armanca rêxistinê, şoreşa gel a dij-emperyalîst û dij-olîgarşîk e. Stratejiya şerê leşkerî yê polîtîkbûyî, weke stratejiya şoreşê tê diyarkirin û merhaleya pêşîn a vê stratejiyê, li ser bingeha “şerê pêşeng”, gerîlayên bajar e. Bi sedemên objektîf û subjektîf ên wê demê dinirxîne ku bê çima bi gerîlayên gundewaran re dest bi şer nekirine. Di plansazî û pêkanîna çalakiyan de Mahir Çayan bixwe cih digire.

Ji bo xebatên xwe bidomîne, Mahir Çayan di sibata 1971’ê de derbasî Stenbolê dibe û li vir çalakiyên çekdarî didomîne. Di 17’ê Gulana 1971’êde sefîrê Israîlê Efraîm Elrom tê revandin. Bi vê çalakiyê re THKP’ya ku di Berfanbara 1970’î de hatibû damezrandin, bi weşana bi hejmara 1’emîn a THKC’yê ji bo raya giştî hat ragihandin. Tê xwestin ku dîlên şoreşger ên di zindanan de werin berdan. Wextê ev daxwaz pêk nayê jî Efraîm Elrom tê kuştin.

Piştî çalakiyê, cûntaya 12’ê Adarê ya ku serokê wê Nîhat Erîm bû, li Stenbolê rewşa awarte radigihîne û dest bi operasyona “balyozê” dikin. Mahir Çayan û Huseyîn Cevahîr li Maltepeya Stenbolê di malekê de têne dorpêçkirin. Li ser vê yekê Sîbel Erkan’a 14 salî rehîn digirin. Ji bo ku Çayan û Cevahîr qanî bikin dê, bav û mezinên malbatê yên keçikê tînin cihê bûyerê. Di 1’ê Pûşberê de di operasyona dijmin a li ser malê de Huseyîn Cevahîr şehîd dibe û Mahir Çayan jî bi awayekî birîndar tê girtin. Sîbel Erkan zirarê nabîne.

Mahir Çayan tê girtin û wî dibin Zindana Maltepeyê. Doz berdewam dike, lê di 29’ê Mijdara 1971’ê de ji THKP-C’yê Mahir Çayan, Ulaş Bardakçi û Ziya Yilmaz û ji THKO’yê Cîhan Alptekîn û Omer Ayna xendekê dikolin û ji zindanê firar dikin. Dema ku Mahir Çayan di zindanê de ye M. Ramazan Aktolga û Yûsûf Kupelî yên ku avakarên partiyê bûn, dixwestin THKP-C’yê bikişînin xeta rastgir û reformîst û tasfiye bikin. Lê Mahir Çayan komîteya giştî kom dike û van herdu tasfiyekaran ji partiyê diavêje. Broşûra Şoreşa Bênavber 2 û 3 piştî firara ji Maltepeyê tê nivîsîn.

Ji ber ku derfetên mayîna li Stenbolê kêm dibin, Mahir Çayan derbasî Enqereyê dibe. Di 19’ê Sibatê de Ulaş Bardakçi, li Arnavûtkoyê di mala ku lê dimîne de tê dorpêçkirin û di şer de şehîd dibe. Mahir Çayan û hevalên wî li aliyekî ji bo ku neyên girtin cih diguherînin û li aliyê din jî ji bo ku darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsif Aslan asteng bikin, li derfetan digerin. Derfetên Enqereyê jî ji ber girtinên zêde teng dibin. Pêşî hin kadroyan dişînin Behra Reş. Piştî Koray Doxan ji hêlapolîsan ve tê şehîdkirin û piştî girtinên din, Mahir Çayan, Cîhan Alptekîn, Omer Ayna û Ertûxrûl Kurkçu derbasî Behra Reş dibin.

KIZILDERE…

Mahir Çayan û hevalên wî di 26’ê Adara 1972’an du tenîsyenên Ingilîz û teknîsyenekî Kenedî yên ku li Unyeyê li binkeya radarê ya NATO’yê kar dikirin direvînin û li hemebrî wan daxwaz dikin ku pêşengên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsif Aslan werin berdan. Di 28’ê Adarê de tevî rehîneyan berê xwe didin cem hevrêyên xwe yên ku li gundê Kizildereyê ya Nîksarê li mala keyayê gund dimînin.

Di 30’ê Adarê de mal tê dorpêçkirin. Leşker banga teslîmbûnê li wan dikin, lê Mahir Çayan dibêje: “Ne ji bo ku em bizîvirin em hatine vir, ji bo em bimirin em hatine”û pê li tetîkê dike. Wan, ji bo şoreşê û di riya şoreşê de şer kirin û şehîd ketin.

MAHIR ÇAYAN

OMER AYNA

NÎHAT YILMAZ

SABAHATÎN KÛRT

CÎHAN ALPTEKÎN

SÎNAN KAZIM OZUDOGRÛ

SAFFET ALP

HUDAÎ ARIKAN

ERTAN SARÛHAN

Ew, ne bi gotinên biroqankî an jî bi hewayeke ciwantiyê bûn pêşeng; riya wan, riya şoreşa bênavber bû. Bi drûşmeya Serxwebûn, Demokrasî û Sosyalîzmê derketin rê. Di vê riyê de teslîmbûn tune bû; vîn, bawerî û wêrekî hebû.

HETA RIZGARIYÊ, ŞER…!

THKP-C/MLSPB

ENIYA PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ/YEKÎNEYA PROPOGANDAYA ÇEKDARÎ YA MARKSÎST, LENÎNÎST

image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.