MAHIR ÇAYAN: TAYBETMENDIYA OPORTUNÎZMA AREN

0 1.473
image_pdf
TAYBETMENDIYA OPORTUNÎZMA AREN (*)

Li aliyê din hevalên me Sadûn Aren û Fatma Hikmet Îşmen, di rojên dawî de çûn Zonguldakê û Eregliya Behrareş; li wir bi hevalên me yên partiyê û kedkaran re hevdîtin pêk anîn, bersiv dane hin pirsan û di derbarê pirsgirêkên rêxistinbûnê de agahî wergirtine.” (Emek, 14’ê Tîrmeha 1969’an, hejmar: 6)

Oportunîzm xwe dixe nava gelek dirûvan û di nava tevgera sosalîst de derdikeve holê.

Li gorî avaniya aborî û civakî ya wî welatî û asta geşedanê; li gorî asta zanebûn û rêxistinbûnê ya proleteryayê -ya ku bi asta geşedanê ve girêdayî ye- û li gorî taybetmendiya merhaleya şoreşê ya wî welatî, dirûvê oportunîzmê diyar dibe.

Bi kurtasî li gorî nakokiyên sereke û yên talî yên wî welatî, oportunîzm teşe digire û cil û bergên xwe diyar dike.

Welatên ku derbasî sosyalîzmê bûne,ji ber ku nakokiyên xwe yên antagonîst, nakokiyên xwe yên sereke yên berjewendiyê bi awayekî gelemperî çareser kirine, nakokiyên li van welatan jî ne nakokiyên antagonîst in, lê belê nakokiyên derveyî civaka çînayetiyê yên “lihevker” in. Di vir de armanca oportunîzmê ew e ku “nakokiyên berjewendiyê yên lihevker” veguherîne “nakokiyên berjewendiyê yên nelihevker”. Ji bo vê yekê jî dest bi hewldanên bi dizî dike û di kemînê de li bendî mercên guncav dimîne.

Li welatên ku ne sosyalîst in jî oportunîzm, di nava têkoşînê de li gorî merhaleyan, bi cil û bergên cuda derdikeve pêşiya me.

Li welatekî ku şoreşa pîşesaiyê pêk aniye û xwedî çîna proleter a ku zanebûna wê ya polîtîk gelekî xurt e ye, oportunîzm ew e ku mirov hêzên dijber mezin bike, derfet û amûrên xwe gelekî kêm binirxîne, li cihê pêwîst nexe û bisekine. Û bibe hêmayeke hevsengiyê ya parlementerîzma bûrjûwaziyê.

Li welatekî wekî welatê me yê ku hêj di merhaleya şoreşa demokratîk a neteweyî de ye, nîv-mêtîngeh e û nîv-feodal e, oportunîzm an dibêje ku “pêwîst e ku şoreş li ser xeteke rast bimeşe” û bi vî awayî hêzên ku dikare bikişîne cem xwe yan jî wan bêalî bike, ber bi wî alî ve didehfîne yan jî cudahiya nakokiya sereke û nakokiya talî paşguh dike yan jî nakokiya talî weke nakokiya sereke dinirxîne. Û li dijî hemû çîn û beşên ku nakokiyên wan bi çîna karkeran heye, dest bi şerekî beleheq dike. Weke ku Mao-Tse-Tung jî dibêje: “weke ku masiyan ber bi avên kûr ve û çivîkan jî ber bi darên bijdîn ve bibe, ew jî bi milyonan kesî dişîne ser bi milyonan kesî û artêşeke bituwan dişîne ser dijmin û dike ku têk biçe; bêguman dijmin ji vê yekê re li çepikan dide.” An jî ji bo demeke diyar be jî pirsgirêkên zanekirina polîtîk û rêxistinbûna çîna karkeran dide aliyekî û hewldana pêwîst nîşan nade yan jî astengiyên derbasdar şaş dinirxîne û ji ber sedemên weke tirsê, refên dij-şoreşê gelekî xurt û hêza xwe jî gelekî lawaz dinirxîne û di têkoşîna rizgariya neteweyî de pasîf dimîne yan jî di têkoşîna rizgariya neteweyî de nakokiyên xwe yên bi çînên din ên neteweyî re ji bîr dike û wana di binê venerîna xwe de nagire.

Carinan du cûreyên oportunîzmê (weke ku li welatê me jî dibe), dikevin nava hevdu. Beşeke ku ji xwe re dibêje sosyalîst, di heman demê de dikare di nava oportunîzmên çepgir û rastgir de jî cih bigire.

Me bi gelemperî di nava pêvajoya şoreşê de li welatên sermayedar, sosyalîst û welatên ku paş de mane, behsa taybetmendiyên sereke yên oportunîzmê kirin. Em niha behsa taybetmendiya oportunîzmê ya giştî û neguherbar bikin; di nava her cûre pêvajoyên şoreşê de, xwe bixe binê kîjan rûpoşê jî, oportunîzm ji têkoşîna bîrdoziyê direve. Dermanê jehra oportunîzmê, têkoşîna bîrdoziyê ye. Oportunîzm, tu carî nikare bi awayekî aşkere derkeve pêşberî şoreşgerên proleter.

Diyardeyên şaxên TİP’ê yên Eregli û Zonguldakê, nîşaneyên vê yekê ne. (1)

  • 9’Ê PÛŞBERÊ, RÊXISTINA TİP’Ê YA EREGLIYÊ

Mîrza Aren, bi Fatma Hikmet Îşmen re di nava rêxistina navçeyê de ji hevmilên me yên karker re behsa pirsgirêkên sosyalîzma (hûn wekeoportunîzmê fêm bikin) Tirkiyeyê dike:

“Em, bi pêşengiya proleteryayê, alîgirên şoreşa sosyalîst in. Lê ew jî bi pêşengiya reformîstên bûrjûwaziya biçûk ên burokrasiya leşkerî û sivîl, alîgirên şoreşa demokratîk in… Şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê bi awayekî gelemperî hatiye temamkirin. (1923) Ji ber vê yekê jî li pêşiya me, merhaleya şoreşa sosyalîst heye… Emperyalîzm, li welatê me bêtirî di taybetmendiya leşekrî de ye û têkoşîna me jî têkoşîneke sosyalîst e ango dij-emepryalîst e, dij-feodal e û li dijî sermayedariyê ye. Heger weke ku ew behsa wê dikin bûrjûwaziyên biçûk ên li dijî emperyalîzmê hebin, ji ber ku di nava têkoşîna sosyalîst de têkoşîna li dijî emepryalîzmê û feodalîzmê heye, pêwîst e ku werin cem me û tev li têkoşînê bibin… Şoreşa Demokratîk, ji hêla Lenîn ve, li dijî otokrasiyê, ji bo Rûsyayê hatiye derpêşkirin. Ji bo xebata 8 demjimêran û hwd. Li Tirkiyeyê otokraasî heye? Li Tirkiyeyê demokrasî heye” Hevalekî me gotiye : “Weke Filipînê”; wî jî wiha gotiye : “Xem nake, ma ne demokrasî ye?”…

“Her wiha di gelek serdemên dîrokî de jî hatiye dîtin ku merhaleyên şoreşa sosyalîst û şoreşa demokratîk tevlihev bûne; ev tiştekî xwezayî ye…”

“Di Yekşema Bixwîn de li dijî Fîloya 6’emîn drûşmeyên weke Bimire Amerîka, li hemberî drûşmeya sosyalîst (!) a ku dibêje Erd ê Gundiyan e, Kargeh a Karkeran e, lawaz maye. Ev jî nîşan dide ku merhaleya şoreşê ya ku em tê de ne, merhaleya sosyalîst e.”

Di rêxistinên TİP’ê yên Anatolyayê de ji hêla oportunîzmê ve stratejiya şoreşa Tirkiyeyê wiha tê vegotin… Ji ber ku rêveberên oportunîst ên partiyê nahêlin kovara “ÇEPÊ TIRK” bikeve nava rêxistinên partiyê, sosyalîstên proleter ên weke me, ji birayên me yên partiyê re weke sîxûrên bûrjûwaziyê têne danasîn.

Bêguman me bi çend hevalên şoreşger re demildest destwerdan kir. Me got ku di pêşengiya proleteryayê de û bi çîn û beşên din ên şoreşger re şoreşa demokratîk a neteweyî dikare bigihêje serkeftinê; şoreşa demokratîk, merhaleyeke jêneveger a marksîzmê ye; ji bo welatên nîv mêtîngeh û nîv feodal, şoreşa demokratîk a neteweyî, merhaleyeke ku divê were derbaskirin e, biryara Enternasyonala 3’yemîn e (enternasyonala herî şoreşger a ku Lenîn û Stalîn tevli wê bûn) û dozîneya Mao Tse Tung e; li Tirkiyeyê sosyalîstên proleter, pêşengiyê nadin burokrasiya bûrjûwaziya biçûk, proleterya pêşengiya şoreşa demokratîk dike, lê belê ev pêşengî ne bi awayekî a priori, ango seknan e, incex di nava tevgerê de were bidestxistin.

Me bi sedeman û bi mînakên welatên din re bi kurtasî da xuyakirin ku Sadun Aren rastiyan berovajî dike, gotinên ku nehatine gotin, weke ku hatine gotin nîşan dide, DEREWAN dike û li welatekî nîv mêtîngeh û nîv feodal, parastina şoreşeke merhaleyeke pêşdetir, ango parastina şoreşa sosyalîst, ji ber ku xayintiya sosyalîzmê ye û eniya neteweyî parçe dike, wê bi kêrî emperyalîzma Amerîkayê were.

Dema em ketin hundir Aren matmayî bû û got ku em li vir li çi digerin (ji ber xizmetên wî yên ji emperyalîzmê re me jî pêşniyar kiribû ku ji FKF’yê were avêtin). Xanim Fatma Hikmet Îşmen a ku dengê sosyalîzmê (!) yê li Senatoyê ye, Aren ji vê rewşa tengav rizgar kir. Gelekî xuya bû ku Senator Fatma Xanim ji nîqaşên di derbarê pirsgirêkên teorîk de hez nake, carekê tenê tev li nîqaşê bû û got “Drûşmeya şoreşa demokratîk li Rojhilatê Anatolyayê ne derbasdar e. Lewra nakokiyên gelê Rojhilatê Anatolyayê bi Amerîkayê re tune ne; ji ber vê yekê jî drûşmeyên dij-emepryalîst bi kêr nayên”. Bi vî awayî da xuyakirin ku ji sosyalîzmê çiqasî fêm dike (!) û ji nişka ve ne rehet bû û êş kete canê wê. Paşê got ku pêwîst e ku demildest biçe Enqereyê û xwe rehet bike; ji ber ku wê erebeyê ajotiye, ew westiyaye û ji ber vê yekê jî pêwîst e ku rabin. Hevmilên me yên karker dîtin ku rengê Mîrza Aren tê guhertin û li hemberî gotinên me tiştekî qewîn nabêje û devê xwe dibe û tîne; li hemberî vê yekê karker hêrs bûn û gotin ku “Heta niha di derbarê alîgirên şoreşa demokratîk de tiştên ne rast ji me re gotin, lê belê rastî ne wiha ye; lewra divê ev pirsgirêk were zelalkirin.” Lê Fatma Xanim her digot “ez ê herim”. Mîrza Aren jî got ku ew bi Fatma Xanim re ye û divê ew jî pê re biçe. Hevalên me yên partiyê hewl dan vê revê asteng bikin. Ji ber nerazîbûna me û hevmilên me yên din, Sadun Aren soz da ku wê di dema bê de -5’ê Tîrmehê- dîsa were. Û bi Fatma Xanim’a ku carekê din kêfxweş bû re ji partiyê derketin.

Me ji di derbarê gotinên Sadun Aren de rexneyên ku ji ber reva wî me nikarîbû em jê re bêjin ji hevalên xwe yên karker re vegotin û li partiyê sohbeta me berdewam kir. Me got ku drûşmeya Mîrza Aren a “Erd ê Gundiyan e, Kargeh a Karkeran e” şaş e; drûşmeyên du merhaleyên cuda yên şoreşê tevlihev bûne; her wiha kargehên herêmekê, ne yên karkeran in, lê belê yên dewleta karkeran in û ev drûşm, incex di merhaleya avakirina dewleta karkeran de (di merhaleya sosyalîst de) dikare were berzkirin û drûşmeya erd ê gundiyan e jî ne drûşmeya şoreşa sosyalîst e, lê belê drûşmeya şoreşa demokratîk a neteweyî ye.

Me da xuyakirin ku kesên ku bi pêşengiya proleteryayê -ji bilî hêmayên feodal- armanc dikin ku bi hemû gundiyan re sosyalîzmê ava bikin, di zimanê marksîst de weke sosyalîstên bûrjûwaziya biçûk têne pênasekirin; heta ku sosyalîstên proleter, ji bilî hêmayên feodal, bi hemû gundiyan re bimeşin, wê şoreşa li pêşiya me, şoreşa demokratîk e û incex piştî vê merhaleyê, wê proleterya, bi hevbendiya nîv proleteryayê û gundiyên xizan re karibe têkoşîna avakirina sosyalîzmê bimeşîne û bernameya partiya me ya îro bernameyeke kêm a şoreşa demokratîk pêk tîne (bernameya teng) û armanca sereke, avakirina sosyalîzma proleteryayê ye (bernameya berfireh).

Me da xuyakirin ku gotinên Aren ên “madem ku bûrjûwaziyên biçûk en dij-emperyalîst hene, bila werin tev li me bibin. Ji ber ku têkoşîna sosyalîst, dijberiya emperyalîzmê jî di nava xwe de dihewîne” li dijî zanista sosyalîzmê ne û şaş in; bûrjûwaziya biçûk, ji ber berjewendiyên xwe, ji bo sosyalîzmê têkoşînê nameşîne, ji ber ku berjewendiyên wê bi şoreşa demokratîk a neteweyî re ye dikare tev li têkoşîna şoreşa demokratîk bibe; tevlibûna wan, nayê wateya bêbandorkirina me; ji ber ku her çîn, wê ji bo desthilatdariya xwe ya çînayetiyê têbikoşe, wê ew jî weke hêzeke serbixwe û bi rêxistinbûnên xwe yên serbixwe û ji bo armancên hevpar li cem me cih bigirin; her wiha mirov nikare bûrjûwaziya biçûk, yekpare binirxîne; helwesta wan a li hemberî têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî, wê li gorî rewşa wan a aboriyê gumanbar, bêalî yan jî alîgir be, lê belê di asta herî bilind a têkoşînê de beşa gumanbar jî wê karibe tev li têkoşînê bibe.

Me diyar kir ku hêmayên herdu merhaleyên şoreşê dikarin tevli hev bibin. Me beşek ji Du Taktîk’ê (rpl:87) xwend: “…lê mirov dikare nebîne ku di dîrokê de hin hêmayên van herdu şoreşan tevli hev bûne? Gelo Ewropaya Rojava, di serdema şoreşên demokratîk de hin tevgerên sosylîst, hin hewldanên sosyalîst nas nekirin?”. Li hemberî berovajîkirinên Aren’ê dixwaze oportunîzma xwe bi riya Lenîn veşêre me wiha got: “Belê, di dîrokê de hêmayên van herdu şoreşan tevli hev bûne, lê belê ev nayê wateya serkeftina vê stratejiyê, lê belê tê wateya têkçûna wê” û me beşek ji Du Taktîk’ê (rpl:82) xwend: “Di dîrokê de … hikûmeteke karkeran a ku hêmayên şoreşên demokratîk û şoreşên sosyalîst ji hev cuda nekirine, têkoşîna ji bo komarê û têkoşîna ji bo sosyalîzmê tevli hev kirine û xeletiyên weke destdanîna ser Bankaya Navendî ya Fransayê (Banque’ de France’a) kirine, têk çûye”.

Di dirêjahiya van axaftinan de germahiyek di nava me û hevalên karker de ava bû. Û piştî sohbeteke dirêj a bi hevmilên me re, ji bo hevdîtina 5’ê tîrmehê em ji wir veqetiyan. Dema em ji wir veqetiyan jî me got ku wê di 5’ê tîrmehê de Aren neyê, lewra taybetmendiya sereke ya oportunîzmê, reva ji têkoşîna bîrdoziyê ye. (2)

  • 5’Ê TÎRMEHÊ, ZONGULDAK (3)

Gotinên me yên Eregliyê rast derketin. Mîrza Aren ne li Zonguldakê bû. Ligel ku serokê navçeyê yê Eregliyê civîn ragihandibû jî, serokê bajarê Zonguldakê Ahmet Hamdi Dinler got: “haya me jê tune bû, ya na wê Aren sê roj berê hatibûya”, lê belê sekreterê bajar ê ku me berê ew dîtibû gotibû: “belê, haya me ji tiştekî wiha heye, lê me ev ek pêwîst nedît.”

Bi kurtasî ji bo ku reva Aren ji hevalên partiyê veşêrin, kesên weke Aren neçar mabûn ku gotinên berovajî hev bêjin.

Ji ber ku ji hevdîtina gundê Ulus’ê vegeriyavûn, gelek kes li partiyê bûn (25-30 kes hebû). Hevmilên me di binê bandora desteya rêveber a ku nûnerê oportunîzma Aren e de bûn; me ji wan re sedemên hatina xwe vegotin. Me got ku em sosyalîstên proleter in ku di nava TİP’ê de li dijî hêzên oportunîst ên weke Aybar û Aren xwedî helwest in û li dijî wan di nava partiyê de em têdikoşin. Ji nava gelheyê gotinên “Şoreşgerên Demokratîk ên Neteweyî” dihatin ber guhê me; li ser vê yekê me got ku tiştekî weke “Şoreşgerên Demokratîk ên Neteweyî” tune ye, lê belê ji ber ku em li welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal in, hin sosyalîstên proleter hene ku dibêjin em di merhaleya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de ne; ji ber beşa rêveber a oportunîst, di nava partiyê de perwerde nayê kirin û ji ber êrîşên domdar ên oportunîzmê, di nava partiyê de gelek pirsgirêkên sereke şaş têne zanîn û ji ber vê yekê jî nîqaşên teorîk dikarin valahiya perwerdeya nava partiyê dagirin û zanebûnên şaş incex bi vî awayî werin astengkirin. Her wiha me diyar ku kesên sosyalîst di nava têkoşîna bîrdoziyê de dikarin bi awayekî herî tund hevdu rexne bikin û biêşînin û incex bi têkoşîna bîrdoziyê di nava sosyalîstan de hevaltî, hevgirtin û hevmildarî ava dibe û pergala rexne û rexnedayînê dikare partiyeke sosyalîst li ser piyan bihêle û zindîbûnê berdewam dike.

Piştî van gotinên me, serokê bajar Ahmet Hamdi Dinler wiha got: “Xebera we ye, lê em ji nîqaşê re ne amade ne”.

Ji xwe re li kambaxbûna van gotinan binerin! Kesekî sosyalîst, ne amade ye ku di derbarê sosyalîzmê de nîqaşê bike û biaxive û pêwîst e ku xwe amade bike!

Belê, heger xwediyê van gotinan endamekî jirêzê bûya û di derbarê pirsgirêkên teorîk de neaxivîba, heta cihekî me yê ev rewş asayî bidîta. Lê ev kes, serokê bajar ê partiyeke sosyalîst e ku dibêje ku merhaleya ku em tê de ne, merhaleya şoreşa sosyalîst e û proleterên sosyalîst ên weke me jî bi tasfiyekariyê tawanbar dike û li wî bajarî ji sed hezarî zêdetir karker hene. Ji ber wê yekê jî em nikarin vê rewşê jinedîtî ve werin. Em paşê ji hevalên partiyê hîn bûn ku kesekî avanîsaz e û di demên girîng ên weke hilbijartinan de tê Zonguldakê. Rewşa rêxistina Zonguldakê ya ku serokekî wê ya wiha heye jî, dilê mirov pê dişewite. Ligel ku sed hezar karker li vî bajarî hene, partiyê xwe ji karkeran dûr xistiye. Bi taybetî jî di nava partiyê de karkerên kanê (maden) tune ne. Tiştekî balkêş e, henekpêkirin e û biêş e ku di herêmeke pîşeyî de 10 endamên çalak ên karker ên partiyê tune ne û serokê desteya rêveber jî avanîsazek e ku li Gumuşsuyuya Stenbolê rûdinê. Hevalên serokê partiyê yên ku ji Stenbolê û cihên din tên jî kesên simsar û endazyar in; ev kes bi jin û mêran têne partiyê û bi alîkariyên diravî, bîrdoziyên xwe û nirxên xwe yên bûrjûwaziya biçûk, li ser rêxistina biryarê ya partiyê serdest kirine.

Ligel ku me û çend hevalên şoreşger ên partiyê û FKF’yê li ber xwe da û endamên din jî xwestin nîqaşeke wiha vebe, serok got ku ew hemû berpirsyariya oportunîzmê digire ser milên xwe û dawî li axaftinan anî û got ku wê ew, avahiya partiyê bigire. Û got ku heger em karibin a dinî rojê tev li civîna li Zonguldakê bibin, em ê karibin di derbarê van mijaran de biaxivin. (4) Dema ku me diyar kir ku em ê tev li civînê bibin, got : “ev mijar, incex piştî hilbijartinan dikare were nîqaşkirin” û careke din li hemberî hevmilên me yên partiyê yên li Zonguldakê, hetikî.

Me got ku reva ji têkoşîna bîrdoziyê, taybetmendiyeke sereke ya oprtunîzmê ye; reva ramangerê oportunîzmê Mîrza Aren çiqasî asayî be, reva şagirtên Aren jî ewqasî asayî ye û em ji partiyê veqetiyan.

  • CIVÎNA ZONGULDAKÊ YA 6’Ê TÎRMEHÊ

Wê di civînê de bi tevlibûna kesên ji rêxistinên bajarên din, xebatên bajarê Zonguldakê hatibana nirxandin. Xala destpêkê ya rojevê, gundên daristanî yên Ulus’ê bû. Dema ku çalakiya di derbarê gundên daristanî yên Ulus’ê dihate nirxandin, dîmeneke wiha derket holê; li keleha oportunîzma Aren, li Zonguldakê, rêxistina bajar, ji bilî çend kesan, ji kesên populîst ên jidil, dilpak, egîd, wêrek, lê belê haya wan ji teoriya sosyalîst tune ye pêk dihat. Ev kes, di binê bandora agahiyên şaş ên oportunîzmê de bûn. ne tenê oportunîzm jî, jirêderketinên rastgir û çepgir û sosyalîzma bûrjûwaziya biçûk ketibû nava hev û teoriyeke sosret a sosyalîst (!) derketibû holê. Dema me got ku heger armanc, bi pêşengiya proleteryayê, bi hemû gundiyan re avakirina sosyalîzmê be, ev yek sosyalîzma bûrjûwaziya biçûk e û heger ronahiya bîrdoziyê di serê karkeran de tune be, ev tê wê wateyê ku serê wan bi nirxên bûrjûwaziya biçûk tije ye, hevalên partiyê matmayî man. Ev tiştekî asayî ye, ji ber ku oportunîzm, li hemberî hevalên me yên partiyê yên ku haya wan ji teoriya sosyalîst tune ye şelafiya kedkariyê dike û dibêje “tu kedkar î û lewra jî tu sosyalîst î” û bi vî awayî dikare di nava partiyê de li ser biryardayînê û rêzîkan serdest bibe.

Çalakiyên partiyê jî di binê siya vê teoriyê (!) de dihatine kirin û nirxandin. Çalakiya li gundên daristanî yên Ulus’ê û nirxandina van çalakiyan, vê yekê diçespîne. (Bnr: Teoriya Şoreşgerî Tune Be Çalakiya Şoreşgerî Nabe, ÇEPÊ TIRK, hejmar:87)

Gundî ji hêla simsar û bazirganan ve têne mêtîn û deynê wan ên ji bo simsaran her roj zêde dibe.

Ka em li nirxandinên wan ên di derbarê têkiliyên hilberînê yên gundiyên Ulus’ê binêrin: Di Saziya Daristanan de gundî, weke karkeran dixebitin; ji ber ku mûçeyan werdigirin. Û ji ber ku gundî hêkên xwe dibin sûkê, şêwazê hilberînê yê serdest, sermayedarî ye. Ji ber vê yekê jî nakokî, di navbera burokrat û gundiyan de ye. Serok, wiha dinirxîne. Yên din jî dibêjin ku nakokiya ked û sermayeyê heye.

Ev nirxandina bêhempa (!) ji hêla hevalên me yên xwendekar ên şoreşger û ji hêla serokê navçeya Karabukê Halis Ozkan ve bi nirxandinên têgehên “sermayeya simsar a bazirgan”, “karker” û “hilberîna ji bo serfkirinê” tê rexnekirin.

Li hemberî van rexneyan, hincetên pêkenok û necidî hatin derpêşkirin. Mînak: “karkerên li wir, ji neçarî xwediyê amûrên hilberînê ne, ji ber vê jî taybetmendiya wan a karkerbûnê nayê guhertin”.

Xala duyemîn a rojevê jî di derbarê pirsgirêkên rojnameya “Kulma Li Dijî Mêtîngeran” de bû. Me taybetmendî û helwesta xebatkarên rojnameyê yên di derbarê çalakiyê de diyar kirin. Bi vê yekê re hûn jî taybetmendiya rojnameyên van sosyalîstên tûj (!) binirxînin. Ji ber vê yekê ez ê li vir axaftinên di derbarê naveroka rojnameyê de bi awayekî dirêj nenivîsînim.

Lê belê ji ber ku ez pê bawer im ku wê taybetmendiya gelemperî ya koma oportunîst a Aren diyar bike û derxe holê ku Aren bi awayekî objektîf ji çi re kar dike, ez ê nîqaşa di derbarê mijareke rojnameyê de rasterast li vir binivîsîm.

“-Di rojnameyê de behsa emperyalîzma Amerîkayê nayê kirin. Lê weke ku tê zanîn welatê me di binê nîv dagirkeriyê de ye. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku em Şerekî Duyemîn ê Rizgariya Neteweyî bikin. Rojnameyeke ku armanca wê ew e ku prolerteryaya ku vî şerî bigihêjîne serî û pêşengiya çînên din ên dij-emperyalîst bike, zane bike, çima behsa emperyalîzma Amerîkayê nake?” bersiva pirsa me wiha bû:

“Karker, bi awayekî şênber emperyalîzma Amerîkayê nabînin; karker li hemberî xwe patronan dibînin. Mînak, hikûmet hevpeymanê amade kir. Gelo hikûmeta Amerîkayê ji parzemîna Amerîkayê rabû, hat Tirkiyeyê û ev hevpeyman amade kir?”

Bersiva me:

“Ev tiştên sosret in. Hûn bêyî ku haya we jê hebe, xizmeta emperyalîzmê dikin. Emperyalîzm îro êdî bi awayekî klasîk bi tank, top û leşkerên xwe welatekî dagir nake; pisporên mêtîngeriya nû bi krediyên xwe, bi dildarên aştiyê û bi baregehên xwe, angobi awayekî veşartî welatekî dagir dikin. Û di dirûvê de bi desthilatdariyên herêmî, lê di bingeha xwe de bi desthilatdariya emperyalîzmê dagirkeriya xwe didomîne.”

“Ez naha ji we dipirsim (ji bilî navbeynkaria desthilata AP’yê) bi awayekî şênber nakokiyên kîjan çîn û beşan bi emperyalîzma Amerîkan re heye?”

“Ji bilî xebatkarên çend kargehên Amerîkî, li welatê me nakokiyên tu çîn û beşan a bi emperyalîzma Amerîkayê re ne aşkere û xuyanî ne.”

“Desthilatdariya AP’yê, desthilatdariya kê ye? Gelo desthilatdariya AP’yê, desthilatdariyeke neteweyî ye? Gelo desthilatdariya AP’yê ne dûvikê emperyalîzma Amerîkayê yê li welat e?”

“Bêguman gel bi awayekî şênber nikare emperyalîzma Amerîkayê bibîne. Jixwe bi awayekî şênber bibîne, wê li Tirkiyeyê dawiya emperyalîzmê were.”

“Hêzên dij-şoreşê bi propogandayên dij-komunîst û hwd. xwe veşartiye û ketiye her şaneyên welat. Li welatekî nîv mêtîngeh û nîv feodal ê ku dibinê pêkutiya emperyalîzma Amerîkayê de ye, peywira demildest a sosyalîstên weke me çi ye? Gelo ne ew e ku pêwîst e ku em di serî de proleterya, hişmendiya li dijî emperyalîzmê bidin hemû çîn û beşên ku nakokiyên wan bi emperyalîzmê re hene û emperyalîma Amerîkayê ji Tirkiyeyê biavêjin? Bêyî ku em ji nîrên emperyalîzma AmerÎkayê rizgar bibin, em ê karibin desthilata sosyalîst ava bikin?”

“Ez bawer nakim ku li vir tu kes bi zanebûn ji bo emperyalîzmê kar dike. Lê belê heger hinek bêjin ku gel bi awayekî şênber emperyalîzma Amerîkayê nabîne û ji bo vê jî jê fêm nake û ji ber vê yekê jî qet behsa emperyalîzma Amerîkayê nekin, ev yek bi awayekî objektîf xizmeta emperyalîzmê dike.”

Deng derneket; bêdengiyeke kûr çê bû. Serok wiha bersiva me da: “Bêguman tiştên ku hatin ziman, rast in. Lê em ê di nava demê de hişmendiya li dijî emperyalîzmê bidin karkeran. Berî hertiştî em ê hişmendiya çînayetiyê bidin wan (!). Piştî ku em hişmendiya çînayetiyê ava bikin em ê behsa emperyalîzma Amerîkayê bikin.”

Û ev xala rojevê demildest hate derbaskirin.

Dema ku em ji wir veqetiyan me got ku heger em rojnameya “Tirkiyeya Serbixwe” ya ku FKF derdixe bişînin wê li vir were belavkirin an na; bersiva serok ev bû: “Em dikarin rojnameya Tirkiyeya Serbixwe li bajar belav bikin. Lê em nikarin li kargehan û li herêmên karkeran belav bikin, ji ber ku ev rojname hişmendiyê dide bûrjûwaziya biçûk. Wê nêrînên me yên di vê derbarê de beriya niha dîtin.”

Hejmara yekemîn a rojnameya “Tirkiyeya Serbixwe” behsa “Yekşema Bixwîn” û behsa rewşa emperyalîzma Amerîkayê ya li Tirkiyeyê dike û bang li karkeran, gundiyan, karmendan, xwendekaran, ango hemû gelê Tirkiyeyê dike ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê li ber xwe bidin.

Vaye, ev rojnameya Tirkiyeya Serbixwe, hişmendiyê tenê dide bûrjûwaziya biçûk (!)

Weke ku çîneke karkeran heye ku nakokiyên wê bi emperyalîzma Amerîkayê re tune ne û wê li derveyî Şerê me yê Duyemîn ê Rizgariya Neteweyî bimîne. Û li gorî hişmendiya van mîrzayan bêyî ku emperyalîzm were qewirandin, mirov dikare sosyalîzmê pêk bîne. (!)

Oportunîzma Aren ev e, rûyê rastîn ê Mîrza Aren ev e!

Mîrza Aren xw weke sosyalîstekî tûj nîşan dide, hişmendiyeke berovajî dide hevalên partiyê yên ku peywira wan ew e ku bandorê li proleteryaya Tirkiyeyê bikin ku wê proleterya pêşengiya Şerê Duyemîn ê Rizgariya Neteweyî bikin û wê bibin artêşa herî leheng. We ji bo ku oportunîzm li herêmên pîşesaziyê serdest bibe gelek xebat meşandin û bi vî awayî we polîtîkaya radestbûnê ya Amerîkayê bi awyekî serkeftî meşand.

Hûn difikirin ku hevmilên me yên egîd, wêrek û bicoş ên ku li hemberî pergalê serî hildane û ji bo têkoşîna avakirina Tirkiyeke sosyalîst di nava refên partiyê de cih girtine heta kengî bixapînin?

Ji wan hevalên me bitirsin ku ji ber hişmendiya şaş, îro di nava refên oportunîzmê de cih digirin. Bitirsin, lewra kesên sosyalîst, xayinên bizanebûn nabexşînin. Bitirsin, ji ber ku ew destên kedkar ku niha ji ber rastiyê nabînin ji we re li çepikan didin, wê sibe bi qirka we bigirin.

Sosyalîstên proleter, wê ji aliyekî ve di binê ronahiya teoriya sosyalîst de hişmendiya polîtîk bidin proleteryayê û wan birêxistin bikin û ji aliyê din ve jî li dijî emperyalîzmê li gel hemû çîn û beşan cih bigirin.

Di vê têkoşînê de wê emperyalîzm hewl bide ku gelek sîxur û provakatoran bixe nava refên me û proleteryayê û partiya wê bixe riyên şaş.

Lê wê perde bi serkeftina proleteryayê were girtin. Em ê vê yekê bibînin. Em ê jî bibînin, hûn ê jî bibînin.

  • Jêrenot:

(*) Ev nivîs cara pêşîn di 22’yê Tîrmeha 1969’an de di hejmara 88’an a kovara Çepê Tirk de hatiye weşandin.

(1) Rêxistina Bajar a Zonguldakê keleha oportunîzma Aren e.

(2) Eregli, 7’ê Tîrmehê, “Hevreyên me yên ji Eregliyê dibêjin ku reva wan a ji vir nîşan dide ku wê neyê”.

(3) Civîna li Eregliyê, ji bo gelek kes tev li axaftina di navbera min û Aren de bibin, ji hêla desteya rêveber a Eregliyê ve ji bo Zonguldakê hate veguhestin. Lê belê Serokê Bajar ê Zonguldakê dibe ku bi xwesteka Aren be, ev civîn veşart.

(4) Me berê diyar kiribû ku pêwîst e em ya dinî rojê biçin, lê belê dema ji me re gotin “heger hûn sibe neçûbana me yê ev mijar nîqaş bikira”, me çûna xwe taloq kir.


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.