BIRYARA DERXISTINA JI THKP-C’YÊ YA YUSUF KUPELI Û M. RAMAZAN AKTOLGA

0 358
image_pdf

Ji hevalên Îlhan û Mahmût re,

Hêmanên bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û stratejîk ên partiya me di hejmara 1’emîn a kovara Kurtuluş’ê de, di daxuyaniyên Partî û Eniyê de û di rêziknameya Partiyê de zelal û aşkere ye.

Xeta partiya me, ew xeta tevgera şoreşger a navneteweyî ye ku di encama sepandina Marksîzm-Lenînîzmê ya li gorî mercên cîhanê û Tirkiyeyê de derketiye holê.

Partiya me, di serdema mêtîngeriya nû de ji bo ku li hemberî gelên cîhanê û Tirkiyeyê peywirên xwe yên enternasyonel û neteweyî pêk bîne, şerê gerîla ji xwe re kiriye bingeh.

Partiya me şerê gerîla, weke şêwazê herî bilind û bi bandor ê têkoşîna polîtîk dibîne û xeta wê ya stratejîk, xeta şerê leşkerî yê polîtîkbûyî ye.

Ev xet, şerê gerîla li gorî hêmana şerê şoreşger ê yekbûyî digire dest.

Şerê şoreşger ê yekbûyî, di van demên ku Partiya me hêj piştgiriya çalak a girseyan wernegirtiye û şer di navbera olîgarşiyê û pêşengên gel ên şoreşger de tê meşandin de hêmana rêxistinî ya Partiya me û hêmana yekitiya pêşengiya polîtîk û leşkerî ye.

Hûn, ên ku hêmanên bîrdozî, polîtîk, stratejîk û rêxistinî yên Partiya me weke “Narodnîzm”’ê, weke “yekbûna ne birêkûpêk a Marksîzm û narodnîzmê û jirêderketina herî xetere ya çepgir” dinirxînin û bêyî agahiya Komîteya Giştî ya Partiyê, hewl didin li dewsa xeta şoreşger a Partiya me, xeta pasîfîzma civakî ya navneteweyî bi cih bikin, êdî ji bo we ew derfet nemaye ku di nava Partiya me de bimînin.

Ev Partî, li ser wan hêmanên bîrdozî, teorîk û stratejîk ava bûye ku hûn îro wan weke “Narodnîzm”’ê pênase dikin û wan napejirînin û ev Partî bi pratîka şoreşger a li gorî vê xeta bîrdoziyê di nava gel de belav bûye.

Ji ber van sedeman weke endamên Komîteya Giştî me biryar da ku raye û peywirên we yên di nava Partiyê de werin sekinandin û hûn ji Partiyê werin veqetandin. (*)

HETA RIZGARIYÊ ŞER!

Oral, Ruştu, Memdûh, Cevdet, Hasan

Berfanbara 1971’ê

(*) Kesên ku di cihekî rêxistinê de peywirdar bin û vê nêrîna rastgir bipejirînin, wê rastî heman pêkanînê werin.


  • NAMEYA BERFANBARA 1971’Ê

Di nameya beriya vê de me tenê anîbû ziman ku em ê nikaribin bi Îlhan û Mahmût re di nava rêxistinbûnekê de bimînin û me hemû têkiliyên xwe bi wan re qut kirine.

Me sedemên vê yekê jî di du sernivîsan de diyar kiribû:

1- Cudahiyên xeta bîrdozî, polîtîk û stratejîk

2- Van kesan, bi awayekî dûrî rêhevaltiyê û bi awayekî xayinane hin kar kirine ku hevrêyên xwe yên di hucreyên olîgarşiyê de ne bêdeng bikin. Ev kes ketibûn nava helwesteke wiha ku ne di hevrêtiya şoreşger de ne jî di hevaltiya feodal de cihê wê heye.

(…) Dev ji stratejiya şerê leşkerî yê polîtîkbûyî berdane û xeta Kivilcimli ya pasîfîst û revîzyonîst (bi şîroveyeke nû) li ser partiyê hatiye ferzkirin.

Ev herdu heval, hemû nivîsên kevn ên ku nêrînên me yên hevpar bûn û heta radeyekê bingeha bîrdozî û teorîk a tevgera me ava dikirin, daxuyaniyên Partî û Eniyê, xeta ku di Kurtuluşê de hatibû diyarkirin û axaftinên me yên ku hatine çapkirin, lê nehatine çapkirin û hwd. bi giştî napejirînin.

Bersiva wan a ji bo pirsa “Ma di wê demê de we jî ev nêrîn nediparastin?” gelekî sosret e:

“Belê me ew diparastin. Em jî wiha difikirîn. Lê me wê çaxê Marksîzm zêde nizanîbû. Tiştên ku Mahir digotin me rasterast dipejirandin. Lê di nava van şeş mehan de me xwend û em fêr bûn. Me dît ku nêrînên kevn û xeta partiyê, pêkhateyeke Narodnîzm û Marksîzmê ye. Di rastiya xwe de xeta kevn, di binê gotinên Marksîst de fokoperestiyê bi cih dike. Xeta me ya kevn, jirêderketineke çepgir e…”

(…) Bi qasî ku em dizanin ev heval, ji Marksîzmê agahdar in; di vê mijarê de di civînan û hwd. de berdevkî dikirin, behsa berhemên hosteyên sosyalîzmê dikirin digotin ku hin tevger di xeteke şaş de ne û her wiha em bi wan re bi mehan li ser mijarên hişmendiya şoreşê, şêwazê xebatê, hişmendiya rêxistinê û mercên Tirkiyeyê axivîne û em gihane heman ramanan.

Ev hevalên ku heta dawiya meha gulanê xeta partiyê bi germî diparastin, piştî ku hevalên wan ên li Stenbolê hatin girtin bîrdozî û stratejiyên berê guhertin, xeta kevn weke jirêderketina çepgir bi nav kirin, ketin nava pirtûkan (hemû peywirên xwe yên pratîk dan aliyekî) û fêrî Marksîzmê bûn; di dawiyê de jî gotin “Doktor berê bi piranî rast digot. Me gotinên Doktor şaş nirxandin” û ew xeta ku berê weke revîzyonîst û dij-Lenînîst hatibû nirxandin, weke xeta nû ya Partiyê ragihandin. Nabêjin ku her tiştên ku Doktor dibêje rast e, lê dibêjin ku Doktor bi piranî tiştên rast digot û wiha tevdigerin.

(…) Xeta Partiya me, xeta şerê leşkerî yê polîtîkbÛyî ye.

Weke ku tê zanîn, şerê gerîla bi tena serê xwe tiştekî leşkerî ye.

Şerê gerîla, weke têgehekê bi tena serê xwe ne xwediyê wateyeke şoreşgerî ye.

Lê ji bo ku marksîstên welatekî ku di binê dagirkeriya (veşartî û aşkere) emperyalîzmê de ye karibin rastiyên siyasî rave bikin û hişmendiya polîtîk ava bikin, amûra sereke û şêwazê sereke ya vê riyê şerê gerîla ye û navê vê jî xeta şerê leşkerî yê polîtîkbûyî ye.

Di navbera vegotina şerê leşkerî yê polîtîkbûyî û propogandaya çekdarî de di hêla naverokê de cudahî tune ne…

HETA RIZGARIYÊ ŞER!

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.