Bi darbeya dijber a ku di dema hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê û piştî pêk hat re, li hemberî gelên me pêla êrîşê hate destpêkirin. Kesên ku xwediyê pergala li dijî gelan û faşîst in, bi hevpeymana Yenîkapiyê re ragihandin ku ew, di konsepteke nû ya êrîşê ya topyekûn û dij-şoreşger de bûne yek. Ev kes, dixwazin li Tirkiyeyê karkeran, kedkaran, rewşenbîran, gelê Kurd û hemû hêzên şoreşê û demokrasiyê bi zagonên awarte yên darbeyê bipeçiqînin. Bi vî awayî vê propogandayê dikin ku gelên Tirkiyeyê bê vebijêrk û bê alternatîf in.
Bi hevbendiya Yenîkapiyê ya dij-şoreşger re kesû generelên ergenekonî û faşîst ên weke Agar, Çîller û Kuçuk ên ku avakarên konsepta şer a qirêj a salên 90’î ne anîn ser kar; li Bakurê Kurdistanê bi destê artêşa dagirker û darbeker li Cizîrê, Geverê û Sûrê û li gelek bajarên din komkujî pêk anîn û şerê mêtîngeriyê bilind kirin.
Li Rojava jî artêşa Tirk a tetîkkêş û dagirker a ku destûr ji hêzên hegemonîk girtiye, kete dewsa çeteyan û bi hêsanî Cerablûs dagir kir. Bi vî awayî dewleta faşîst a Tirkiyeyê, ragihand ku ew bi awayekî rasterast aliyeke şerê Rojhilata Navîn e. bi vî awayî li aliyekî êrîşî gelên kedkar ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin û li aliyê din jî xeyal dike ku yekîtiya şoreşger a gelên Rojhilata Navîn a ku desthilatdariya rejîmên paşverû û hevkar ên Erebî dihejîne û li Rojava jî li ser bingeheke şoreşger û demokratîk pêk hatiye asteng bike. Tirkiye bi vî awayî ketiye nava pirika Rojhilata Navîn.
Lê ev hewldan vala ye. Wê gelên kedkar ên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn, li ser bingeha yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn û bi endamên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî re bersiveke bi biryar bidin xwediyên pergala Rojhilata Navîn a statukoparêz, hevkar û dijminê gel. Hevrê Muhammed Arslan jî pergala heyî ya Rojhilata Navîn nepejirand û bû yek ji endamên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan û di encama êrîşa hewayî ya artêşa şer a dij-şoreşger de li çiyayê Kurdistanê yên ku tê de agirê azadiyê pê dikeve, şehîd bû.
Hevrê Muhamed Arslan, li Rojava weke şervanekî Eniya Partiyê, tev li Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst bû. Bi vî awayî tev li pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo bû û di yekbûna kantonên Kobanê û Cizîrê de ala Eniya Partiyê, weke şoreşgerekî enternasyonalîst bilind kir. Bi vî awayîü bi avabûna Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan re bêtir berpirsyarî girt ser milên xwe û tev li nava pêşengên têkoşîna şoreşger bû.
Gerîlayê THKP-C/MLSPB’yê hevrê Muhammed Arslan (Kadir Tandoğan), di 2014’an de tev li nava refên rêxistinê bû û di çalakiyên milîsan ên herêmî de cihê xwe girt. Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat û hêj berxwedana Kobanê didomiya, di dawiya nîsana 2015’an de bi hevalê xwe yê taxê, dost û hevrêyê xwe Alper Çakas re gava xwe avêt axa Rojava.
Hevrê Muhammed Arslan, di avakirina gerîlayên bejahiyê ya Partiya xwe de, weke gerîlayekî pêşeng hate peywirdarkirin. Muhammed Arslan, di 5’ê Tebaxa 2016’an de di encama êrîşa hewayî ya artêşa darbekar û faşîst a Tirkiyeyê de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû.
Eniya şoreşê ya Rojhilata Navîn, li dijî xwediyên pergala Rojhilata Navîn a statukoparêz û hevkar, bi awayekî şênber li Rojava pêk hat û bi ragihandina Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan re jî bêtir şênber bû.
Weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan em ê helwesta enternasyonalîst a ku Sevda Çagdaş, Alper Çakas, Ebû Leyla, Eylem Ataş û gelek şoreşgerên din li Rojava pêk anîne, bidomînin. Heta ku li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê, rizgariya gelên Tirk, Kurd, Ereb û gelên din pêk were, em ê têkoşîna xwe ya enternasyonalîst a şoreşger bidomînin.
Gelên Tirkiyeyê, gelên Kurdistanê û gelên din ên bindest, ne bêalternatîf in. Mewziya şoreşger, tevgera şoreşê ya yekbûyî ya gelên me ye.
Weke HBDH’yê em ê di şexsê hevrê Muhammed Arslan de ala hemû şehîdên şoreşê li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn pêl bi pêl bilind bikin.
Hevrê Muhammed Arslan Nemir e!
Bijî Şerê Azadiyê yê Gelên Me!
7’ê Îlona 2016’an
HBDH-KOMÎTEYA RÊVEBIR
Wergera Ji zimanê Tirkî:Aram Alî