JI GELÊN ME Û RAYA GIŞTÎ YA ŞOREŞGER RE
Di serî de emperyalîzma Amerîkayê, xulamê wê olîgarşiya Tirk û dewletên hevkar ên faşîst ên weke Erebistana Siûdî, Qatar û İsraîl, jib o berjewendiyên xwe, bi polîtîkayên hovane dixwazin Rojhilata Navîn sererast bikin. Eniya hevkar a emperyalîst a ku di vê çarçoveyê de çeteyên DAIŞ’ê ava kirin û xwedî kirin, her cûre alîkariyê didin van çeteyên faşîst û dibin hevkarê komkujiyeke din.
Bi destê hêzên emperyalîst ên ku Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe ya Neteweyannapejirînin û bi destê pêlîstokên wan û partiya serdest a olîgarşiyê AKP’yê, lêyîstokên xwe yên qirêj derdixin hole. Gelê leheng ê Kobanê, li hemberî DAIŞ’a ku ji hêla AKP’yê ve tê destekkirin li ber xwe dide. Lê olîgarşiya dewleta Tirk, bi biryar e ku wan ji komkujiyê derbas bike. Sê aliyên Kobanê hatiye dorpêçkirin, dewleta Tirk jî leşkerên xwe ji deriyê Murşîdpinarê vekişandin û ev qad ji DAIŞ’ê re hiştin da ku dorpêçkirina Kobanê ya ji çar aliyan ve, hêsantir bibe. Ligel van lêyîstokên qirêj jî gelê Kobanê, bi pêşengiya YPG û YPJ’yê bi lehengî li ber xwe dide.
Di nava sînorên welatê me de jî, pêkutiya pergala olîgarşîk û faşîst her roj tundtir dibe. Hikûmeta ku li hemberî berxwedana gelê me ya di vê mijarê de hemû amûrên tundiyê xistin meriyetê, li Kurdistanê jî reweşa awarte ragihand. Gel, rewşa awarte yak u ji hêla hikûmetê ve hatiye ragihandin nas nekir û doh, di dirêjahiya rojê de çalakiyên xwe berdewam kirin. Li hemû bajar, navçe, tax û kolanên Kurdistanê gel, bênavber çalakiyan dike û dibêje Kobanê ne bi tenê ye. AKP, bi leşker, polîs û dûvikên xwe hizbûl-konrayê re bi çekan êrîşî gel dike. Kontrayên dewletê yên DAIŞ’î yên polîs, 23 hemwelatiyên me qetil kirine.
Gelê me di serî de li Kurdistanê, li seranserî welat berxwedaneke bi rûmet dimeşîne û her derê dike Kobanê. Gel drûşmeya “her der Kobanê, her der berxwedan” diqîre. Ev şerê hebûnê yê mezin ê ku bi milyonan mirov beşdar bûne, ji niha de mohra xwe li dîrokê xistiye û geşadanên ku pêk tên nîşan didin ku di serî de Tirkiye, hesabên Kobanê yên gelek hêzên navneteweyî û herêmî xera bûn.
Roj, ew roj e ku ji bo Kobanêya ku di binê êrîşa çekên giran, tank û topan de ye, em derkevin kolanan. Roj, ew roj e ku em ji hevkaran û ji herkesên ku bi wan re tevdigerin hesabê bipirsin. Ev şer, şerê me ye!
BIJÎ BERXWEDANA ME YA ROJAVA Û KOBANÊ
BIJÎ HEVGIRTIN Û BIRATIYA GELAN
8’ê Cotmeha 2014’an
MLSPB/ENIYA ŞOREŞÊ
Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî