KOMÎTEYA NAVENDÎ YA THKP-C/MLSPB’YÊ: “AN WELATÊ AZAD AN MIRIN”

0 456
image_pdf

PÛŞBER, XETA TÊKOŞÎNÊ YA DIJ-EMPERYALÎST E

Di 17’ê gulana 1971’ê de gerîlayên Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, nîşeyeke wiha danîn qutîka postayê ya avahiya Hamaratê: “Me maşikê dijminê sereke yê gelên Rojhilata Navîn Amerîkayê, Efraîm Elrom’ê siyonîst revand”.

Hikûmeta Erîm, bi fermana xwediyên xwe yên emperyalîst û bi destê artêşa Tirk a ku êdî bi giştî bûye pêşmêr û amûrê DYA’yê, bi navê “tevgera bazlyozê” rêveberiya awarte ragihand. Bi navê “pêkanîna asayîşê” û bi derewên pêşverûtî, demokratî û bi derewên ataturkparêzî û sekulerîzmê, cûntaya ku baskê leşkerî yê olîgarşiyê ye, li dijî gel terorê dimeşand. Çalakiya li dijî Elrom, kir ku cûnta matmayî bimîne û rûpoşa wê xist erdê. Ji bo sîxurekî Israîla siyonîst, girtin ser bi hezaran malan û bi dehhezaran kes hatin binçavkirin.

Bi revandina Efraîm Elrom re di warê leşkerî û polîtîk de riya şoreşa Tirkiyeyê zelal bû û herkesî eniya xwe diyar kir. Êdî du enî hebûn : “Eniya şoreşa çekdarî” û “eniya pasîfîst a çepgirên dûvikên olîgarşiyê”. Bi vî awayî serdema “navdarên balkêş” ên ku digotin “em ên kevn in, em dizanin” hate girtin. Êdî riya şoreşa Tirkiyeyê, bû eniya şoreşa çekdarî ya 1’ê pûşbera 1971’ê.

Piştî pevçûnên du rojan ên li Maltepeya Stenbolê ji herdu gerîlayan Mahîr Çayan birîndar ket destê dijmin û Huseyîn Cevahîr jî şehîd bû. Tevgera me ya şoreşger a ku di nava tevgera ciwanên 68’an de teşe girtibû, bi pratîka çekdarî ya 1971’ê re partiya çîna karkeran a Tirkiyeyê THKP’yê, bi çalakiyeke dij-siyonîst re ji dost û dijminan re ragihand. Hişyariya ku di nîşeya postayê de hatibû dayîn zelal bû. Riya rizgariya ji nîrên emperyalîst, riya parçekirina desthilatdariya olîgarşîk û pêkanîna rizgariya gelê kedkar, şerê leşkerî yê polîtîkbûyî ye.

Ew plana ku kûçikên hevkar ên qaşo “herêmî û neteweyî” yên emperyalîzmê, dixwestin bi riya cûntayê bixin meriyetê xera bûbû û li dijî gel, hevbendiya di nava paşverûyan de ji nû ve ava bûbû. Plana ku hatibû astengkirin bi derengî ket û di 12’ê îlona 1980’î de dîsa ket meriyetê. Gelê karker û kedkar ê Tirkiyeyê bi derewên weke pêşverûtiyê, sekuleriyê, demokratbûnê û ataturkparêziyê dihatin xapandin. Dive rûpoşa cûntayê hatiba xistin û plana wê hatiba xerakirin.

Di 6’ê pûşbera 1981’ê de “çend maceraperest” li Maltepeya Stenbolê dîsa derketin pêşberî cûntayê. Gerîlayên eniya şoreşê ya çekdarî, bi çeteya generalên amerîkanperest ên ku dixwestin riya şoreşê bixitimînin re ketin şer. Dive zincîra xiyanetê ya revokan û celladên faşîst hatiba şkandin. Herka dîrokê bi fîşeka hişmendiya ku teslîmbûnê nedipejiran re dihate diyarkirin.

Cara duyemîn jî rûpoşa cûntayê nehatibe xistin û plana wê nehatibe xerakirin jî, zincîra xiyanetê hatibû şkandin. Dogan Ozzumrut, Ercan Yurtbilir, Tamer Arda û Mete Attila Ermutlu ev zincîra xiyanetê şkand.

Di 16’ê nîsana 1981’ê de sîxurê CIA’yê Alberto Sam Novello, bi kuştinê hatibû cezakirin. DYA’yê, li hemberî kuştina sîxurê xwe, ji kûçikên xwe yên hevkar ên “herêmî û neteweyî” serî dixwestin. Kûçikên faşîst ên “herêmî û neteweyî”, biryara darvekirinê di roja Piştgiriya Bi Gelê Filistînê Re de da. Rayedarê CIA’yê Robert Commer û şandeya pê re ya Amerîkî, di 20’ê pûşbera 1981’ê de hatin Tirkiyeyê. Bi fermana şandeya Amerîkî, piştî çûna wan a ji Tirkiyeyê bi sê rojan, di 25’ê pûşbera 1981’ê de hevrêyên me Ahmet Saner û Kadir Tandogan ji hêla kûçikên “herêmî û neteweyî” ve hatin darvekirin.

Em Mahir Arpaçay û Alper Çakas in ku rêwiyên eniya şoreşa çekdarî ya 1971’ê ne ku teslîmiyetê nepejirandin, zincîra xiyanetê şkandin û riya şoreşa Tirkiyeyê nîşan dan. Em ji dîroka xwe fêr dibin. Têkoşîna li dijî faşîzmê, tu carî ji têkoşîna li dijî emperyalîzmê ne qut e. Ne hewce ye em gotinê bizîvirînin; diyardeya “mêtîngeriya nû” ya ku di asta yekemîn de pratîka me diyar dike hîn ji holê ranebûye.

Kesên ku vê mijarê ji diyardeya “mêtîngeriya nû” qut bigirin dest, ligel hemû hewldanên xwe yên jidil jî, di dawiyê de dibin dûvikên partiyên cuda yên olîgarşiyê û ji rê derdikevin.

Bêguman di dîroka me ya destanî de hin kes derketine holê ku ber bi wê jiyana ku bi salan e bêriya wê dikir ve, ber bi pirikê ve çûne. Ew kesên xerabe yên ku nirxên tevgera me ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bi kar dianîn, di 16’ê mijdara 1994’an de hevrêyê me Yuksel Geniş, ji pişt de qetil kirin. Ew kujerê ku gule berda hevrê Yuksel û ew kesên ku fermana vê yekê da jî kesên “ketî” ne ku nirxên tevgera me gemarî dikin. Yuksel Genîş, wê weke endamekî şoreş û sosyalîzmê, di nava şehîdên partiya me de bi rûmet were bibîranîn.

Hevalino! Ev, dîroka me ye. THKP-C/MLSPB ew vîn e ku li dijî kesên ku zincîra xiyanetê girtine û berê xwe dane nava pirikê, di nava dîrokê de teşe girtiye. Em weke THKP-C/MLSPB’yê, di kesayeta şehîdên Pûşberê de, hemû hevrêyên xwe yên ku di têkoşîna şoreş û sosyalîzmê de şehîd bûne bi bîr tînin û em dibêjin ku “Bîranîna Pûşberê, Têkoşîn e”.

Olîgarşî, Kujer e!

Bimire Emperyalîzm!

An Welatê Azad An Mirin!

THKP-C/MLSPB

Komîteya Navendî

26’ê Pûşbera 2021’ê

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf
image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.