KOMîTEYA RÊVEBIR A HBDH’YÊ: KIZILDERE LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ BANGA YEKITÎ Û HEVBENDIYÊ YE
“Mercên beriya 12’ê Adarê û mercên piştî 12’ê Adarê, weke du cîhanên cuda ne.” (Mahir Çayan)
Sedema heyî, bi rastî jî weke Mahir Çayan’ê ku bi 9 hevalên xwe re li Kizildereyê şehîd ketiye gotiye ye. Geşedanên awarte û bilez têne jiyîn. Li aliyekî li parzemîna Asyayê mirovên biçûk kir ku hêza mezin a emperyalîzma Yankee’yan çog deyne erdê û gelên mêtîngeh bi hev re diqîrin yek, du, sê hîn bêtir Vîetnam.
Li aliyekî li parzemîna Efrîqayê Gine-Bissau û Amilcar Cabral. Li aliyekî li kûrahiya daristanên Kongoyê şevreşkê enternasyonalîst ê kumsor digere. Li aliyekî gerîlayên gel ên cangorî, li hemberî zordestiya Rojhilata Navîn û Şah şer dikin û li aliyekî jî li hemberî eniya emperyalîst û sermayedar, gelên bindest û kedkar, pişta xwe didin eniya sosyalîst. Bi kurtasî li cîhanê geşedanên bi hêvî pêk tên û tevgera ciwanên 68’an pêş dikeve.
Di nava vê tevgerê de Mahir Çayan, Deniz Gezmiş û Ibrahim Kaypakkaya riya şoreşa Tirkiyeyê ji nû ve pênase kir; bandorên bîrdoziyê yên ku mercên bajaran û mercên pîvanên jiyana bûrjûwaziya biçûk li ser wan ava kiribûn di nava şer de û bi şerkirinê ji ser xwe avêtin; pratîkeke milîtaniyê nîşan dan , xeta rastgir, lîberal û pasîfîst a 50 salî li erdê xistin û berê xwe dan Kizildereyê. Riya Kizlidereyê, li ser bingeha şerê gerîla, riya şoreşa Tirkiyeyê bû. Generalên 12’ê Adarê û hikûmeta Erîm, bi xetereyê dihisiyan. Yan wê vê xetereyê ji holê rakiribana yan jî wê ew bixwe têk biçûna.
Du rê, “darbeya Balyozê”, şoreş û dij-şoreş û “kesên ku li Kizildereyê têk çûn, riya ku pêwîst e tê de were meşandin zelal kir û refbûnê pêk anî. Ev refbûn, refbûna şoreşê û dij-şoreşê bû. Bêguman piştî her refbûnê, di nava eniyên şoreşger de jî cudabûnên nû pêk tên. Kesên ku di nava pergala heyî de li riyekê digeriyan, bi hincetên cuda hewl didan bingeha xwe ava bikin. “Têkoşîna komeke zilaman a bi dijmin re ye”. Gerîlayên THKP-C û THKO’yê yên ku di zindanên dijmin de dîl bûn û di riya Kizlidereyê de biryar dan û li hemebrî faşîzmê yekitiyê ava kirin, di derbarê encama vê riyê de zelal bûn. Ev, ne gaveke ji neçariyê bû; ev, vebijêrkeke polîtîk bû. Têkoşîn, jêneveger bû; yan wê xwe radest bikirana yan jî wê di riya ku tê de biryar dabûn de bimeşiyana.
Kêliyekê jî neketin nava dudiliyê. Hevbendiya ku li dijîfaşîzmê ava kiribûn, hevbendiya eniya rizgariya gelên Tirkiyeyê bû. Di riya ku diyar kiribûn de bingeh kolan, dîwarên zindanê qur kirinû derketin rê. Peywira wan a sereke ew bû ku darvekirina Deniz Gezmiş û hevrêyên wî asteng bikin, wan rizgar bikin û bigihêjin armanca xwe, lê ev pêk nehat. Lê qeşa şkest û rê vebû.
Hertişt, weke qêrîna Mahir pêk hat: “Em nehatine vir ji bo em vegerin, em hatine ku bimirin”. Ew, mirin, lê têk neçûn û xwe radest nekirin. Piştî mehekê sêpê hatin danîn û ew ciwanên canfîda gotin “Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd”. Ev gotin di dilê celadan de bû derd; celad ji xewa xwe şiyar bû û kabûsa wî, bû rastî; Tevgera Şoreşa Yekbûyî ava bû.
Roj, ev roj e hevalino. Xwe komî ser hev bikin. Êdî li Tirkiyeyê kesên zordest, nikarin weke berê rêveberiyê bikin û kesên bindest jî naxwazin weke berê werin rêvebirin. Qeyran, her roj kûr dibe. Daxwazên aboriyê û yên demokratîk ên gelên kedkar ên Tirkiye û Kurdistanê her roj zêdetir dibe. Grevên birçîbûnê û berxwedanên zindanê, ligel berdêlan berdewam dikin. Ev geşedan, kirin ku Erdoganê çete yê serokê dewleta Tirk a faşîst, nebe yekane vebijêrk. Ji ber vê yekê jî neçar man ku bi MHP’ya faşîst re hevbendiya hewcedaran ava bike. Çeteya olîgarşîk a hevkarê emperyalîzmê jî dîtin ku bi hevbendiya AKP-MHP’yê nikarin qeyrana sincî, aborî û siyasî bi rê ve bibin û ji bo ku hilweşîna pergala xwe ya sermayedar asteng bikin hevbendiya Kuwayî Milliye yên partiyên faşîst ên IYI û CHP’yê weke vebijêrkeke din pêşpêş kirin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê ne mecbûrî van hevbendiyên dij-şoreşê ne.
Ji bo hevbendiyên dij-şoreşê, mijara man û nemanê heye. Lê ew nikarin xwe nêzîkî mayindebûnê bikin. Mayindebûn di nasnameya Filistînî ya Denîz Gezmîş de ye; di çalakiya li dijî Elrom a Mahir Çayan de ye; di berxwedana keleha Arnonê ya şervanên azadiyê yên Kurd de ye û tê de vîn û hevbendiya gelan teşe digire.
Em weke HBDH’yê (Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan), hêza hevbendiyê ne ku li dijî faşîzm û emperyalîzmê hêza alternatîf a bidestxistina serkeftinê ne. Em jê bawer in ku wê rizgarî di vê riyê de pêk were. Û em bang li gelên xwe dikin ku derkevin kolanan, tev li têkoşîna milîtaniyê bibin, çekan rakin û faşîzmê hilweşînin.
WÊ FAŞÎZM TÊK HERE, GELÊN ME BI SER BIKEVE
BIJÎ ŞOREŞ Û SOSYALÎZM
27’Ê ADARA 2019’AN