RÊZIKNAMEYA THKP’YÊ

0 1.068
image_pdf

RÊZIKNAMEYA PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ

BEŞA 1’EMÎN

BERNAMEYA GIŞTÎ

THKP, partiya siyasî ya proleteryayê ye. Armanca sereke ya THKP’yê ew e ku li cîhanê ji hêla mirovan ve li ser mirov mêtîngerî neyê kirin û pergaleke civakî were avakirin ku tê de her cûre pêkutî û mêtîngerî tune be. Heta ku ev armanc pêk were THKP, weke partiya siyasî ya proleteryaya Tirkiyeyê wê têkoşîna xwe berdewam bike.

BEŞA 2’YEMÎN

JI ENDAMÊN PARTIYÊ RE

Xala 1.- Herkesên ku rêzikname û bernameya partiyê dipejirînin; bi qasî ku bi rehetî bikaribin xebata şoreşgerî bimeşînin marksîst û lenînîst bin; rastiyên welat bizanibin; tev li yek ji rêxistinên partiyê bibin û tê de bi awayekî çalak bixebitin û li gorî biryar û disiplîna partiyê tevbigerin dikarin bibin endamên THKP’yê.

Xala 2.- MERCÊN DERBASBÛNA PARTIYÊ:

Bi pêşniyara du endamên partiyê, bi derpêşkirina nûnerê wê qada xebatê û bi biryara erênî ya komîteya navendî endamtiya partiyê pêk tê.

Xala 3.- Rêxistinên partiyê yên hin astan, di çarçoveya rayeya xwe û li gorî rewşa şênber van cezayan didin kesên ku ne li gorî disiplîna partiyê tevdigerin: Hişyarî, di nava partiyê de bêpeywirkirin, ceribandina di nava eniyê de û avêtina ji partiyê. Biryarên bêpeywirkirin û derxistina ji endamtiya partiyê, ji hêla Komîteya Navendî ve têne standin. Û Komîteya Giştî jî erê dike.

BEŞA 3’YEMÎN

HÊMA Û BEŞÊN RÊXISTINA PARTIYÊ

Şer ji gelek hêlan ve tê meşandin. Pêwîst e ku ji rêxistinkirina tevgerên girseyî yên beşên cûrbecûr ên gel heta beralîkirina wan û ji têkoşîna bîrdoziyê heta şerê çekdarî hemû şêweyên têkoşînê bi hev re werin meşandin.

Xala 4.- Di vê demê de hêmaya rêxistina partiyê, navendîbûna demokratîk e ku hêla wê ya navendîbûnê girantir e. Incex piştî ku herêmên rizgarkirî werin avakirin, navendîbûna demokratîk dikare bi awayekî giştî were sepandin.

Xala 5.- Ji bo ku bikaribe vê têkoşîna piralî bimeşîne, komîteyeke giştî ya partiya me heye ku ji endamên ku herî zêde derdikevin pêş ên her qadê û ji endamên komîteya navendî ya ku bi avakirina têkilî û hevsengiya di navbera hemû qadan de berpirsyar e, pêk tê.

Komîteya giştî gelekî kêm kom dibe. Di hebûna rewşên gelekî awarte (yên weke dema ku di navbera endamên komîteya navendî de dubendî derkevin, dema ku biryareke li ser rewşa giştî ya partiyê were standin, dema ku bobelatek pêk were û hwd.) de kom dibe û biryarê distîne.

Komîteya giştî, beşa herî bilind a partiyê ye. Komîteya xwe ya navendî diyar dike. Komîteya wê ya navendî, ji hemû karên partiyê berpirsyar e. Birêkûpêkbûna xebatên partiyê saz dike.

Li derveyî van xalan, her endamên komîteya navendî, rêveberên komîteyên xebatê yên diyar in. Ev kes, ji bo ku kar bi pergal bimeşin, li her qadê komîteyên alîkar ava dikin.

Niha komîteya giştî ji 10 kesî û komîteya navendî jî ji 3 kesan pêk tê. Li gorî geşedana têkoşînê, ev hejmar dikare were zêdekirin.

ENIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ

Beşên rêveber ên partiyê, her wiha rêveberiya eniyê jî dikin.

Xala 6.- Mercên endamtiya eniyê:

a) Ji bo xwendekaran: Divê xwediyê hişmendiyeke diyar a marksîst-lenÎnîst bin û hêmayên partiyê di warê hêmayî de bipejirînin. Divê cidî û bipergal bin û di qadekê de xebatê bimeşînin.

b) Ji bo karker, gundî û kesên ku ji beşên din ên gel hatibin: Divê rêbertiya partiyê bipejirînin û li gorî disiplîna partiyê tevbigerin.

Xala 7.- Mercên derbasbûna TKHC’yê:

Bi pêşniyara du endamên eniyê û bi erêkirina nûnerê partiyê yê wê qadê û bi erêkirina yek ji endamên komîteya navendî pêk tê.

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.