THKP-C/MLSPB: KIZILDERE NE DAWÎ YE, ŞER BERDEWAM DIKE!
KIZILDERE RIYA WAN KESAN E KU DIBÊJIN YEKANE RÊ, ŞOREŞ E
Beriya vê bi 50 salî, dema ku berê xwe dan Kizildereyê, Mahir Çayan û hevrêyên wî hêj di temenên xwe yên 20 salî de bûn. Îro kesên ku di nava tevgera şoreşger a Tirkiye û Kurdistanê de cih digirin, tev de broşûra bi nav û deng a “Şoreşa Bênavber II-III” dizanin. Ciwanên şoreşger ên salên 70’î ne tenê li hemberî geşedanên li welatê xwe, lê belê li hemberî geşedanên li cîhanê jî gelekî baldar bûn û li hemberî geşedanên awarte û jinişkave, xwedî refleksên xurt ên polîtîk û çalak bûn. Ya herî girîng jî li dijî cîhana sermayedar a sînordar û çînayetî, digotin “cîhaneke bêsînor û bêçînaetî gengaz e”. Ev helwest, di wê demê de helwesta hevpar a hemû şoreşgeran bû.
Piştî şerê parvekirinê yê 1’emîn, emperyalîzmê hewl da ku cîhana ku sînorên wê hatine xêzkirin cara duyemîn ji nû ve parve bikin. Ji ber vê yekê jî rewşeke gelekî cuda derket holê û xerîteya cîhanê ji nêvî ve hate qetandin. Êdî cîhan ne ew cîhan bû ku di nava lepên yekdestên sermayedar de difetisî. Êdî proleterya û sosyalîzm, weke hêmayên serdemê yên paşeroj û çarenûsa mirovahiyê derketibûn holê.
Mahir Çayan, têkilî û nakokiyên cîhana sînordar û çînayetî yên ku li Tirkiyeyê li ser bingeha “hevsengiya çêkirî” hatibûn avakirin, di Broşûra Şoreşa Bênavber 2-3 de bi awayekî zelal vegotibûn.
Niha hertişt tevlihev bûye. Tevgera navneteweyî ya proleter, şaşwaz bûye û nizane bê “wê çi bike”. Êdî pêwîst e partiya me û şoreşgerên Tirkiyeyê li hemberî geşedanên awarte û jinişkave, bêyî ku bikevin nava dubareyan taktîkên pratîkê pêş bixin, van taktîkan demildest bixin meriyetê û li gorî pêdiviyên demê, bikevin nava rêxistinbûneke komplîke û berfireh.
Pergala emperyalîst-sermayedar, ji vê “serdema dawî ya qeyranê” nikare tenê bi çend birînên biçûk rizgar bibe. Ew, hewl dide wiha bike; amadekariyên xwe li ser vê bingehê dike. Li bajarên mezin û cîhana mêtîngehan êdî rewşa awarte bûye rêgezeke jirêzê. Avaniya milîtarîst li welatê me û li tevahiya cîhanê gav bi gav di nava hemû şaneyên civakê de tê belavkirin.
Bi nexweşiya vîrûsa koronayê ya nû (covid-19) re, li bajarên mezin ên emperyalîst û mêtîngehan, gewezeyên entelektûel û eniya çepgir a pasîfîst du tişt ji nû ve vedîtin. Ya yekemîn, sermayedariya dewletê ya yekdest a Keynes e; ya duyemîn jî qaşo zanist û ronakbîrî ye. Heger em li tecrûbeya sedsalan a pergala emperyalîst û sermayedar binerin em ê bibînin ku ev pêşniyarên ku têne bikaranîn ji meriyetê rabûne, lê ji bo xapandina karkeran û gelê me yê kedkar têne bikaranîn. Emperyalîzma ku ketiye “heyama dawî” ya qeyrana giştî û berdewamî û bûrjûwaziya yekdest a hevkar a welatê me, ji birçîbûn û nexweşiyê pê ve nikare tiştekî bide karker gelên kedkar.
Emperyalîzm û xwediyên sermayedariya fînansê, salên tirêj welatê me talan kir; xwêdan û keda karkeran û gelên me yên kedkar dizîn. Lipaş xwe jî bêkariyê, xizaniyê û birçîbûnê ji me re hiştin û em radestî nexweşiyên belavker kirin ku bi hezaran ji me birin.
Îro xiyaneta li dijî karkeran û gelên kedkar e ku hinek ji dewleta faşîst a Tirk a sermeyedar a ku em anîn ber van bobelatan, ji partiyên vê pergalê, ji komeke bazirganên dewlemend û ji xwediyên holdîngan li bendî çareseriyê bimînin.
Peywira partiya me THKP-C/MLSPB’yê ew e ku pêwîst e em di qadên kar û jiyyanê de rêxistinên xweser ên karker û kedkaran ava bikin ku qadên xwe biparêzin û ji tenduristiyê heta qûtûberan û heta kar, jiyanê mîsoger bikin; pêwîst e em gelên xwe yên kedkar û karker ên ku ji bilî “şerê ji bo jiyanê” vebijêrkeke wan a din tune ye, ji “şerê dawî yê bixwîn” re amade bikin.
KIZILDERE NE DAWÎ YE, ŞER BERDEWAM DIKE!
YEKANE RÊ, ŞOREŞ E!
THKP-C/MLSPB
29’Ê ADARA 2020’Î
Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî