TYŞJ: Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jinan

0 729
image_pdf
Bi Ruhê Jina Azad Em Faşîzmê Hilweşînin Têkoşîna Yekîtiya Jinan Bilind Bikin!

Di serî de ji bo jinan û hemû nasnameyên cinsên bindest û ji bo hemû gelên me;

Weke TYŞJ 160 sal bere di 8’ê Adarê de li New Yorkê jinên kedkar ku agirê berxwedanê pêxistî ji wê rojê heta niha bi berxwedan xwe bi rêxistin kir. Em 8’ê Adarê li hemû jin û nasnameyên cinsên bindest ên ala têkoşîn û berxwedaniyê hildidin, pîroz dikin.
Em jinên têkoşer ên Tirkiyê û Kurdistanê ku jiyanê li ser esasê azadî, wekhevî û hezkirinê avakirî bi çoş silav dikin!

Di destpêkê de em jinên ku wê jiyanê li ser esasê azadî, wekhevî û hezkirinê ava bikin, her wiha jinên ku zane dibin, bi rêxistin dibin, berxwe didin û têkoşîn didin silav dikin!

Weke jinên li hemberî rastiya cîhana emperyalîst- kapîtaslîst, li hember zîhniyeta zilamê serdest û faşîzmê şer dikin em Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jinan di ev roja watedar de ji bo jinan û ji bo gelan îlan dikin!

Sîstema kapîtalîst û barbar ya li cîhanê hikûm dike ku li erdnîgariya me Komara Tirkiyê nûnertiya wê dike; li hemberî çinayetî, netew, bawerî û nasnameyên cuda yê cinsan, êrîşkeriya ku pêş dixîne her diçe zêdetir dibe û sînorê xwe derbas dike û şer dixe nava Rojhilata Navîn. Bêguman em di wê zanebûnê de ne ku di pêvajoyeke wisa de ev yekîtiya şoreşgerî ya em îlan dikin wê ji bo jinan bibe înşaya sîstema azadiyê, ji bo bindestan bibe hêvî û ji bo faşîzmê jî bibe metirsî.

Em weke xilûqkarên esasî yên civakê û dîrokê, cesareta me ya azadiyê; rêxistinbûn, têkoşîna yekbûyî û zanebûnê ferz dike. Bi taybet hêzên me yên belave û perçebûyî li hember binxistina faşîzma zilam û sîstema demokratîk û azadîxwaz a ku emê bi destê xwe ava bikin, astengeke cidî ye. Ji bo bihûrîna van astengiyan hemûyan em bi bilindkirina ala têkoşîn û rêxistinbûna yekbûyî pêşde tên.

Hêvî, cesaret û biryardariya me xwedan wê hêzêye ku hemû astengiyên derkevin pêşiya me binbixîne. Ji bo polîtîkayên zihniyeta serdestiya zilam a dewletê û faşist ku li ser jinan tê meşandin ji holê rabikin, bi pêşxistina hemû şêwazên rewa yê têkoşînê em bi biryarin ku di şerê xwe yê şoreşgerî de bibin pêşeng.

Li ser vê bingehê sistema serdest a zilam ku xwedan dîrokeke pênç hezar salan e, li hember êrîşên birdozî, polîtîk, aborî, fizîkî û psikolojik têkoşîn dayinê em weke haceta hebûn û tunebûnê dibînin.

Bi awayekî rojane li hember êrîşên îtîfaka faşist a AKP-MHP’ê pêş dixe, li hember pêkanînên rêveberiya awarte, li hember pêkanînên îstîsmarker û tecawûzkar ên li hember jin û zarokan, cardin li hember mêtinkirina keda jinê em têkoşînê esas digrin.

Li hemberî her cure polîtîkayên netewperest, gelan dike dijminê hev û berê wan dide şerê hundirîn, bi rengê yekgirtî yê jinê têkoşîn meşandinê, li ser vê bingehê em hedef dikin ku bi hemû jinên alîgirên azadî û wekheviyê re bên gel hev.

Cardin bi zîhniyeta serdest cîhana ku em têde jiyan dikin, xweza, hemû zindî, daristan, hewaya em behn dikin û ava em vedixwin tê qirêj kirin û tune kirin, li hemberî êrîşên ku tecawûzî xwezayê dike em têkoşînê esas digrin.

Ligel van esasan hemûyan bi awayekî demkî ji destura bingehîn a faşist ku li ser gelê tê ferz kirin re em dibêjin ‘NA’ û em vêya weke erka demê dibînin.

Weke Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jinan (TYŞJ), em bangî hemû jinên xwedan nasnameyên cûda yên li ser erdnîdariya Anatolya û Mezopotamyayê jiyan dikin weke Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Suryanî, Romen, Ermenî, Ereb û Elewî dikin da ku li hemberî hemû sîstemên faşîst û desthilatdariya zilam serî rabikin! Dîsa jinên karker, gundî, xwendevan, bê kar, memur û dayik li hemberî ev sîstema ku êdî nahêle mirov nefes bigre em bangî yekîtiyê dikin da ku em bi yekîtiyê şoreşê pêk bînin!

Zanebûna azadiyê, yekîtiya rêxistinbûnî û çalekbûna şoreşgerî wê hêza me jinan bike yek û jiyaneke ku mirov bikaribe têde bijî wê ava bike. Di serî de em weke civak û jin qurbanên yekemîn ên sîstema jenosîd û mêtîngeriyê, şerê me yê rêxisitina yekîtiya şorşegerî li hemberî hemû zilûm û mêtîngeriyê ji niha de mîzginiya zafera rasteqîn e. Li hemberî her cure bêçareseriya sîstema hundirîn alternatîfa me şoreş e, jiyana demokratik û azad a bi destê jinan tê ava kirin hedef e. Em weke jin, emê bibin avakerên rastîn ê civaka bê sînor û bê çînayetî.

Ji niha de jinên şervanên azadiyê yên li Rojava, Herêmên Parastina Medya, Şengal, Mexmûr û Kerkukê, li zindanan, bajaran û li çiyan têkoşîn dikin silav dikin! Cardin di giştî cîhanê de hemû jinên bedel didin, têkoşîn dikin û jinên şervanên azadiyê silav dikin!

Bi vê bîr û baweriyê weke hemû endamên dilsoz ê şervanên rêxistinkirî yê Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jin û jinên xwedan lêgera azadiyê, bi hemû hêzên demokratîk şoreşger ê Tirkiyê, Kurdistan û hemû cîhanê re li ser esasê rêhevaltiyê em bi hev re ne. Weke (Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jinan) TYŞJ bi ala ku me bilind kiriye, bi şîara “emê faşîzmê binbixînin, wê gelên me qezenc bike” ku heman demê tê wateya têkoşîna li hember jenosîda jinê em gavek pêşdetir davêjin û em hemû şervanên şoreşgerên jin bi şîara “emê faşîzmê û serdestiya zilam binbixînin” bangî têkoşîna yekbûyî dikin.

Têkoşîna me tê wateya têkoşîna pêkanîna xeyalên şehîdan. Erka me xwedî derketina mîrasa pîroz a Sarayan, Saryayan, Berçeman, Serpîlan, Eyleman, Bernayan, Sefa gulan û Laleyan e. Hetta ked, beden û nasnameya jinê azad bibe emê bi biryar şer bikin. Li ser vê bingehê em cardin di xeta şehîdên şoreşger de banga xurt kirina şer û bilind kirina têkoşîna yekîtiya jinên şoreşger dikin.

Emê Faşizmê û Serdestiya Zilam binbixînin

Bi Jina Azad Em Civakbûna Azad Înşa bikin -Faşîzmê binbixînin!

Bijî 8’ê Adarê

Bijî Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jinan!

8 ADAR 2017
Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jinan

( PAJK, THKP-C/MLSPB, DKP-KKB,  MKP, MLKP-KKÖ)

image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.