WÊ BERXWEDANA GELÊ FILISTÎNÊ, PAŞEROJA QUDUSÊ DIYAR BIKE

0 309
image_pdf

Nakokî, pevçûn û şerê parvekirinê yê nû yên di nava hêzên emperyalîst de li ser asta herêmê ketiye meriyetê; li hemberî Sûriyeyê, destwerdana Amerîkayê dest pê kiriye; dewleta Tirk a faşîst jî li gorî berjewendiyên Amerîkayê dixwaze bi DAIŞ’ê re rejîma Sûriyeyê hilweşîne û xeta Behra Spî, bi Israîlê re li hemberî Îranê “biparêze”. Biryara serokê Amerîkaya emperyalîst, encama vê xwestekê ye.

Bi vî awayî serokê dewleta Tirk a faşîst Tayyîp Erdoxan, ketiye nava wan xeyalan ku mafê diyarkarina çarenûsa xwe ya neteweya Kurd asteng bike û rist û insiyatîfa ku winda kiriye, ji nû ve bi dest bixe. Dewleta Tirk a faşîst, rêveberiya çeteyên El-Nûsra û DAIŞ’ê dike û êrîşî gelê Rojava dike. Lê gelê Kurd vîn û berxwedana xwe pêk anî û serkeftina diyarkirina paşeroja xwe bi dest xist.

Emperyalîzma Amerîkayê, bi dûv wê planê bû ku piştî 2011’ê dagirkirina Sûriyeyê dest pê bike û bi vî awayî li ser Behra Spî venêrîna xwe saz bike û hegemonyaya xwe, bi hêzên din bide pejirandin. Emperyalîzma Amerîkayê, li aliyê din jî di çarçoveya hêmanên Wîlson de vîna gelan û mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan di destê xwe de bigire. Lê ev planên ku di nava 7 salan de li navendên emperyalîst hatine avakirin û biryarên ku hatine dayîn, li vîna gelan qelibîne û têk çûne.

Di nava van 7 salan de Israîla siyonîst a ku di çavê gelên Rojhilata Navîn de xwedî naveke xerabe ye û weke tevneke sûcan tê şermezarkirin, xwe di kemînê de veşartiye û li bende dema xwe ya tevgerê maye. Dema ku planên hegemonyaya li ser Behra Spî ya emepryalîzma Amerîkayê û tetîkkêşê wê olîgarşiya dewleta Tirk a faşîst, rastî vîna gelan hat û têk çû, ew dema ku Israîl li bendê bû hate ber wê.

Niha dor hatiye dûvikê Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn, Israîlê. Ne jixwe ye ku di demeke ku pevçûnên hêz û hegemonyayê yên emperyalîst li Behra Spî asê man de ev biryara Qudusê hate îmzekirin. Bi vê biryarê re dixwazin di kesayeta gelê Filistînê de biryara rizgariya neteweyî û şoreşger a demokratîk û şoreşger a gelê Ereb û gelên Rojhilata Navîn asteng bikin û bi vî awayî dagirkeriya xwe bidomînin, lê ev hewldaneke vala ye. Di çavê gelên me de tu wateya biryara Qudusê tune ye.

Wê gelên Filistînê, gelên Ereb, Tirk, Kurd û hemû gelên kedkar ên Rojhilata Navîn, enî û xeleka berxwedanê ya Rojhilata Navîn mezin bikin û maf û biryara diyarkirina çarenûs û paşeroja xwe ya gelan diyar bikin.

BIJÎ XELEKA ŞOREŞGER A ROJHILATA NAVÎN

HETA RIZGARIYÊ, ŞER

11/12/2017

THKP-C/MLSPB

Wergera Ji zimanê Tirkî:Aram Alî
image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.