THKP-C/MLSPB: EM ŞOPDARÊN XETA ŞEHÎDÊN PÛŞPERÊ NE

0 749
image_pdf

EM ŞOPDARÊN XETA ŞEHÎDÊN PÛŞPERÊ NE

Em îro bi şopdariya riya ku yek ji pêşengên avaker ê partiya me THKP-C’yê Huseyîn Cevahîr vekiriye li vir kom bûne. Beriya vê bi 49 salan, beriya şehadeta xwe ya di 1’ê Pûşpera 1971’ê de Huseyîn Cevahîr ji bo xebata xwe ya bi navê “Rapora Anatolyaya Rojhilat” amade bike Amadê û Bedlîsê bihust bi bihust geriya û bi têkiliyên rûbirû yên bi gelê Kurdistanê yê kedkar re, bi jin û ciwanan re, bi pirsgirêkên gelê Kurd re mijûl bû û rapora xwe amade kir.

Di wan salan de hebûna gelê Kurd ku niha faşîstên herî tund jî nikare inkar bike dibû mijara nîqaşê û kesî newêrîbû hebûn û tunebûna gelê Kurd nîqaş jî bike. Di heyameke wiha de Huseyîn Cevahîr’ê Dêrsimî riya ku divê were şopandin nîşanî me hevrêyên xwe kiribû. Em jî hewl didin li gorî vê riya ku rêberên me û Partiya me ji me re vekiriye tevbigerin. Û em, ji bo ku vê riyê nîşanî me dane hertim spasdarê wan in.

Bêguman em dizanin ku ev riyeke zehmet e; hin kes ji vê riyê vegeriyane, hin kes weke findekê vemirîne. Lê ligel hemû zehmetiyan hin kes hene ku bi biryar xeta rast dişopînin, bi wêrekî şer dikin û şehîd jî dikevin. Me xeta şoreşger a Eniya Partiyê û şehîdan şopand; me xeta Tamer Arda, Atîlla Ermûtlû û Cevahîr’ê Dêrsimî şopand; em şopdarên şehîdên Pûşperê û Mahir Arpaçay û Alper Çakas in ku xwêdana xwe, xwîna xwe dane şoreşa Rojava. Belê, em di heman riya ku pêşengê me Mahir Çayan nîşanî me daye de dimeşin. Riya me riya şehîdên şoreşê ne.

Wekî hûn jî dizanin di 23’ê pûşperê de li Stenbolê hilbijartin pêk hat. Lîstikvanê nû yê lîberal ê desthilatdariya nû, ango hevgirtina bankeyan û bûrjûvaziya sanayiyê TUSÎAD’ê Ekrem Îmamoglû behsa Tirkiyeya Serbixwe kir. Em dixwazin bînin bîra vî lîstikvanî ku partiya wî CHP’yê sûretê keştiya Missourî ya Emerîkî çap û belav dikir; mezinên Erdoganê çete jî ji fîloya 6’an a Emerîkayê re secde dikirin. Ji ber vê yekê tu û koma te ya CIA’ê drûşmeya Denîz Gezmîş a Tirkiyeya Serbixwe nikarin ji bo armanc û hêrsên xwe yên takekesî bi kar bîne.

Pirsa sereke ku divê em bipirsin ev e: “Kê bi serokê bazirgan û çeteyan Erdogan da windakirin?” Bersiva vê aşkere ye: du gel bi wî da windakirin. Yek, gelê Kurd e ku rêxistinbûn û hêza xwe da vî karî; ya duduyan jî gelê Tirk e ku terciha xwe ya polîtîk kiriye. Ev herdu gel bi hev re bi bûjûvaziyê bazirganan û dîktatorê çete re dan windakirin.

Û di dawiyê de em dîsa didin xuyanîkirin ku em şopdarên armancên şehîdên hezîranê ne. Huseyîn Cevahîr di Rapora Rojhilatê Anatolyayê de hişyariyeke dîrokî ji bo şoreşgerên herdu welatan kiribû. Em ê bi wê hişyariyê dawî li axaftina xwe bînin:

“Emperyalîzm li rojhilata Navîn plana xwe bilez dixe meriyetê; dijminahiyê dixe nava gelan, têkoşîna wan parçe dike û hewl dide xincerê li pişta vê têkoşînê bixe. Xala herî girîng ev e… Şoreşgerên Kurd û Tirk, hemû welatparêz divê mil bi mil xebatê biki, divê li hemberî dijminê sereke emperyalîzmê têbikoşin û hişyar bin.” (Huseyîn Cevahîr)

YAN WELATÊ AZAD, AN MIRIN!

BIMRE EMPERYALÎZM!

HETA RIZGARIYÊ ŞER!

27’ê Pûşpera 2019’an

THKP-C/MLSPB

image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.