GERÎLAYÊN MLSPB’YÊ YÊN KU SÎXURÊ AMERÎKAYÊ SAM NOVELLO CEZA KIR HATIN DARVEKIRIN

0 17
image_pdf

THKP-C di Berfanbara 1970’î de hat avakirin. THKC’yê di 17’ê Gulana 1971’ê de Sefîrê “Israîla” Siyonîst ê Stenbolê, Efraîm Elrom revand û ragihand ku li dijî emperyalîzmê, siyonîzmê û olîgarşiya xwecîhî rahiştiye çekan. THKP-C’yê hêviya Tirkiyeya serbixwe û welatekî azad anî ziman û çirûska pêşîn a rizgariyê pêxist. Bi vê çalakiyê re her wiha hate ragihandin ku Tirkiye di binê nîrê emperyalîzmê de ye û bernameya şoreşê incex bi riya propogandaya çekdarî dikare girseyî bibe.

Pêşengê me yê avaker Mahir Çayan, digot ku şoreşa Tirkiyeyê incex bi şerekî gel ê demdirêj dikare bigihêje serkeftinê. THKP-C jî bi pêşengiya wî û bi stratejiyeke şoreşger (Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî, SŞLP), şerê pêşengan da destpêkirin û heta 30’ê Adara 1972’yan jî ev stratejî bênavber berdewam kir. Pêşengê me Mahir Çayan, bi 9 hevalên xwe re li Kizildereyê şehîd bû û nêrînên xwe yên şoreşger û stratejiyeke şoreşê ya li gorî mercên Tirkiyeyê li dû xwe hiştin.

Têkoşîna Mahiran û kevneşopiya têkoşer a ku li Kizildereyê derket holê, li dû xwe hezkirin û potansiyeleke mezin hişt. Lê belê ev potansiyel belave û bêrêxistin bû. Nivîsên Mahir di nava gel de belav dibûn û kadro û milîtanên ciwan hewl didan Eniya Partiyê nas bikin. Piştî Kizildereyê MLSPB, weke berdewamiya THKP-C’yê di sala 1975’an de derket ser dika dîrokê.

Kadir Tandogan, Ahmet Saner û Hakki Kolgu, sê hevalên şoreşger bûn ku li dû çirûska pêşîn a THKP-C’yê dimeşiyan. Kadir di sala 1958’an de li Stenbolê û Ahmet jî di sala 1959’an de li Akçaabata Trabzonê hatibûn cîhanê û di nava çalakiyên xwendekaran ên li dijî faşîzmê de hev nas kiribûn. Hêj di salên dibistana amadeyî, di temenên ciwantiyê de hestên Tirkiyeya serbixwe û welatekî azad di nava wan de ava bûbûn. Ciwan bûn, egîd bûn û wêrek bûn. Li dijî emperyalîzmê û dijminên gel, bi hêrs û serbilind bûn. Ev heval êdî ketibûn riya doza şoreş û sosyalîzmê. Dema derfet çêbûn jî di nava refên THKP-C/MLSPB’yê de cih girtin. THKP-C/MLSPB biryar dabû ku sîxurê Amerîkî yê di nava Hêzên Deryayî de yê bi navê Alberto Sam Novello û sîxurê MİT’ê Ali Sabri ceza bike. Di 16’ê Nîsana 1980’yî de herdu heval ji bo vê çalakiyê hatin peywirdarkirin. Çavên xwe ji tiştekî neşikandin û ji bo doza xwe, canê xwe danîn ser riyê.

Ahmet Saner û Hakki Kolgu ji Dibistana Amadeyî ya Vefa’yê hevalên hev bûn. Kadir, bi motosîkletê ev herdu heval birin cihê çalakiyê. Kadir Tandogan bi motosîkleta xwe li kolana din sekinî.  Ahmet û Hakki jî çalakî bi cih anî. Di çalakiyê de sîxurê CIA’yê Alberto Sam Novello û sîxurê MİT’ê Ali Sabri Baytar hatin kuştin û çalakî giha ramanca xwe.

Dema dengê çekan hat bihîstin, Kadir motosîkleta xwe şixuland û rahişt hevalên xwe û bi lez ji wir dûr ket. Plana wan bi serkeftî berdewam dikir, lê belê kamyona ku ji bo rahije wan û çekên wan ne li cihê xwe bû.

Li taxên Beşiktaş, Zincirlikuyu û Bebek’ê yên Stenbolê, hêzên çekdar ên olîgarşiyê ketibûn dû şoreşgeran. Bi saetan şer û rev berdewam kirin. Di destpê kê de Hakki û paşê jî Kadir birîndar bûn û di dawiyê de hersê heval jî hatin girtin. Hakki Kolgu li nexweşxaneyê xatir ji hevalên xwe xwest. Li nexweşxaneyê nehat dermankirin û şehîd bû.

-ŞANDEYA AMERÎKAYÊ HAT TIRKIYEYÊ

Di wan rojan de Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Aleksander Haig û şandeya pê re, ji ber kuştina sîxurê CIA’yê Sam Novello, hatibûn Enqereyê. Di nava şandeyê de kesekî “nas” jî hebû. Sefîrê berê yê Enqereyê yê DYA’yê Robert Commer jî di nava şandeyê de bû. Commer jî sîxurê CIA’yê bû. Gelê Vîetnamê û şoreşgerên zanîngeha ODTU’yê ew baş nas dikir. Erebeya Commer di 6’ê Rêbendana 1969’an de li ODTU’yê ji hêla Sinan Cemgil, Ulaş Bardakçi, Taylan Ozgur û hevalên wan ve hatibû şewitandin. Ew sîxurê CIA’yê piştî salan dîsa hatibû Tirkiyeyê. Şandeyê, doza Kadir Tandogan û Ahmet Saner ji nêz ve şopand û beriya rûniştina dadgehê daxuyaniya “Artêşa Tirkiyeyê ji demokrasiyê bawer e” da û şande ji welat çû.

Doza Kadir Tandogan û Ahmet Saner ya ku dawiya wê aşkere bû, zû dest pê kir. Jixwe biryar, bi fermana DYA’yê ji berê de hatibû dayîn.  Darvekirin! Dozgerê biderewan, celladê bi cilên fermî û generalê cûntaya 12’ê Îlonê Faik Tarimcioglu ji hêla DYA’yê ve hat peywirdarkirin ku benê stûyê herdu gerîlayên THKP-C’yê bikişîne. Vî dozgerî karek wiha dabû xwe ku dixwest rêxistina Kadir Tandogan û Ahmet Saner, THKP-C/MLSPB’yê hilweşîne.

Angaştname di demeke kurt de hat amadekirin. Serekên Amerîkanperest ên cûntayê di nava tirs û xofê de bûn. Ji ber ku yekî Amerîkîhatibû kuştin. Ev kes ji salên 1960’î heta salên 1970’yî 15 salan di Hêzên Deryayî yên Tirkiyeyê de kar kiribû. Ji destpêka salên 1970’yî heta roja hat kuştin jî di Sefareta Amerîkayê ya li Enqereyê, weke serleşkerê  -sîxuriyê- yê payebilind ê deryayî li Behra Reş Hêzên Deryayî yên Sowyetê dişopandin û li dijî Sowyetê karên sîxuriyê didan meşandin. Sam A. Novello, rasterast sîxurê CIA’yê bû. Konseya Bilind a Ewlehiyê, ji dadgehê re fermanek şandibû da ku doz zêde dirêj neke. Her wiha sereke cûntaya faşîst Kenan Evren bixwe jî ji dadgehê re fermanek şandibû. Di angaştnameyê de payeya kesên ku ev çalakî kiriye ya di nava rêxistinê de nehatibû diyarkirin. Tenê dihat gotin ku di 16’ê Nîsana 1980’yî de sîxurê CIA’yê Sam Novello û Ali Sabri Baytar ji hêla Ahmet Saner û Kadir Tandogan ve hatine kuştin. Her wiha nehatibû diyarkirin ku kesên hatine kuştin peywira wan çi ye. Ev herdu sîxur, weke peywirdarên jirêzê dihatin diyarkirin.

Roja biryarê veguherî roja piştgiriya bi gelê Filistînê re. Di roja biryara dadgehê de Ahmet û Kadir li rûyê dadgeran qêriyan ku ew piştgiriya şerê azadiya gelê Filistînê dikin. Di 23’yê Pûşbera 1981’ê de Meclîsa Şewirmendiyê ya TBMM’yê (parlementoya Tirkiyeyê) biryara darvekirinê ya di derbarê Ahmet Saner û Kadir Tandogan de hatibû girtin, erê kir. Generalên cûntayê ji bo heyfa 16’ê Nîsana 1980’yî bistînin û fermanên DYA’yê bi cih bînin, di 25’ê Pûşbera 1981’ê de sêdar ava kirin. Di weşanên navneteweyî de dihat gotin ku Amerîka ji bo van darvekirinan kêfxweş e.

-WANA BIXWE LINGÊN XWE LI KURSIYÊ XISTIN

Di 25’ê Pûşbera 1981’ê de, piştî nîvê şevê herdu şoreşger ji hucreyên xwe hatin derxistin. Li girtîgeha Paşakapi’yê ya Stenbolê sêdar hatibûn vegirtin. Ronî avêtibûn hewşa girtîgehê. Di nava sêdarê de benê darvekirinê dadiliqiya. Li binê ben jî kursî hebû.

Wê şevê li Kadikoyê hewa giran bû. Li kolanên herî teng jî leşker û polîs hebûn û rê hatibûn girtin. Li kolanên Kadikoyê giraniya zordestiyê û tirsa zordestan digeriyan.

Parêzer Nebi Barlas û Ali Riza Dizdar li wir amade bûn. Parêzeran xwest ku bi wan re careke dawî hevdîtinê bikin. Parêzer hatin ber hucreya Kadir. Leşker li dora wan bûn. Nehiştin ku biaxivin. Parêzer, duaya ku divê melle bixwînê nîşanî melle da û jê xwest ku wergera wê ya bi Tirkî jî bixwîne.

Melle xwend:

“Kesên ku we dişînin bêdawîbûnê, bila nebêjin qey ew ê bê dawî bimînin”.

Kadir got:

“Bi xatirê we! Silavan li hemû dost û hevalan bikin”.

Dozger şiyar bûbû û nehişt ku Ahmet jî ji bo “şîretên olî” bi parêzerê xwe re biaxive.

Deriyê hesinî vebû. Ahmet Saner berê xwe da sêdarê. Dema ber bi sêdarê ve dimeşiya, sirûda gerîla berz kir. Leşkeran xwest ku wî bêdeng bikin. Leşkerî hewl da devê wî bigire. Ahmet Saner serê xwe li nava devê wî xist û nehişt nêzîkî wî bibe. Ligel hemû êrîşan jî heta dawî sirûda xwe xwend. Paşê jî dengê drûşmeyan bilind bû: “Bimre Emperyalîzma Amerîkayê”, “Bimre Faşîzm, Bijî Têkoşîna Me”, “Yan Welatekî Azad An Mirin”.

Dozger jê pirsî bê ka gotinên wî yên dawî çi ne. Ahmet got: “Kesên ku me bi darve dikin bila zanibin ku wê rojekê ew jî werin darvekirin”. Ahmet Saner hilkişiya ser kursiya şkestî û ben xist stûyê xwe.

Cellad ditirsiya û di ber xwe de digot: “Ka ez ku derê girê bidim”. Ahmet li dora xwe nerî. Herkes matmayî û bêdeng bû. Li parêzerê xwe nerî.

Jê dixwest ku ew behsa hertiştî bike; behsa baweriyê, wêrekiyê, serbilindiyê bike. Behs bike ku paş de gav neavêtiye. Jê dixwest ku behsa hertiştî bike…

Hertiştên ku pêwîst e hevalên wî zanibin…

Û pêhna xwe li kursiyê xist…

Kursî firiya…

Deriyê hesinî dîsa vebû. Dîsa dengekî bilind, sirûda gerîla berz dikir û dimeşiya.  Dengê drûşmeyan jî bilind bû: “Bijî Têkoşîna Rizgariya Gelê Tirkiyeyê, Bimre Desthilatdariya Olîgarşîk!”, “Darvekirin nikarin me bêzar bikin!”. Kadir Tandogan hat û li pêşiya sêdarê sekinî.

Dozger biryara di derbarê wî de xwend û jê pirsî bê ka gotineke wî ya dawî heye. Kadir got: “Heye”. Dengê Kadir bilind bû: “Makezagon ji bo civakê, ji bo kedkaran û ji bo karkeran têne nivîsandin. Lê mixabin li cem me ji bo beşeke biçûk e. Û ez pê bawer im ku wê ew roj werin û makezagonên ji bo gel, kedkaran û karkeran jî werin nivîsandin.” Kadir zîvirî û meşiya. Weke wê roja ku li dadgehê biryara wan a darvekirinê hat dayîn, aram bû. Hilkişiya ser kursiyê. Dema ben dixist stûyê wî, destên cellad diricifîn. Kadir lê nerî û got: “Aram be birayê min. Lez neke. Hinekî din jî aram be”. Kadir gelekî aram bû. Weke ku di dawetê de be. Celladên wî matmayî bûn, ew ditirsiyan û ew digiriyan.

Dema ben ket stûyê wû, qêriya:

“Bimre Olîgarşî!”

Erd û asîman bi dengê wî dilerizîn. Bi ser hev de got: “Kujer Olîgarşî!”

Li ser kursiyê rast sekinîbû û diqêriya:

“Kujer Olîgarşî!”

Cellad nikarîbû kursiyê ji binê wî bikişîne; wî jî weke Ahmet pêhna xwe li kursiyê xist.

Mahir, Huseyîn, Ulaş li dijî emperyalîzm, siyonîzm û hevkarên wan, çirûska pêşîn a Tirkiyeya serbixwe û welatekî azad pêxist. Kadir, Ahmet û Hakki, pêhna xwe li kursiyên sêdarê yên Amerîkayê xistin. Alper, Muhammed û Firat jî têkoşîna çekdarî domand. Ev dîroka birûmet, a me ye!

Bimre Emperyalîzma Amerîkayê!

Bimre Siyonîzm!

Kujer Olîgarşî!

Yan Welatekî Azad An Mirin!

THKP-C/MLSPB


Ahmet SANER û Kadir TANDOGAN beriya ku werin darvekirin, nameyan ji malbatên xwe re nivîsîn û dan parêzerên xwe.

-NAMEYA DAWÎ YA AHMET SANER

Ji tiştên ku min kirine ez tu carî ne poşman im. Vê yekê zanibin ku heger ez careke din werim cîhanê ez ê bi heman awayî têbikoşim û heman tiştan bikim. Ji ber vê jî bila kes xemgîn nebe. Min li dijî emperyalîzma Amerîkayê û hevkarên wê têkoşîn meşand. Têkoşîna min, têkoşîneke rast bû. Ji ber vê jî ez qet ne xemgîn im…

Ahmet SANER

25’ê Pûşbera 1981’ê

-NAMEYA DAWÎ YA KADIR TANDOGAN

“Ji malbata min a hêja re, ji dayika min re, ji xwişka min Medîha, xwişka min Nûriye, xwişka min Melîha, xwarziyê min Serwet û zavayê me re. Jê bawer bin ku ez ne xemgîn im ku di vî temenî de ez ê bimirim, lê ez xemgîn im ku hûn ê li pey min hêsiran bibarînin. Wê ji bo we ne hêsan be. Ez ê di kêliyekê de bimirim, lê hûn ê bimînin. Wê di tevahiya jiyana we de di dilê we de şkestin û êş hebe. Ez ji we dixwazim ku dema hûn min bi bîr bînin, ev endamê malbata we bi bîr bînin, Kadirê xwe bi bîr bînin, hûn ne xemgîn bin. Ez dizanim ku ne hêsan e. Dema hûn min bi bîr bînin jî nebêjin ku we yekane lawê xwe Kadir winda kiriye; min jî yek ji hezaran bihesibînin. Ji vê yekê çêtir tune ye ku ez ber dilê we bigirim. Mirin jî weke jiyanê, bûyereke xwezayî ye. Pêwîst e mirov ne miriyan himbêz bike, lê belê zindiyan himbêz bike. Ya herî rast ev e. Mirov nikare bi êşê bijî. Heger bijî jî wê ne kêfxweş be. Mirov divê bi tiştên hatine windakirin re nejî, lê belê bi tiştên heyî re bijî û kêfxweş be. Ez hêvî dikim ku hûn bi hev re di nava kêfxweşiyê de bijîn. Biborin. Jiyan bi min bi dawî nabe û bêyî min jî berdewam dike. Jiyan, li ser kesên zindî tê avakirin. Ez ne xemgîn im. Lewra ez dizanim ku hûn ê piştî demekê xwe komî ser hev bikin û ligel kêmasiyan jî jiyana xwe sererast bikin. Bi vê yekê ez ber dilê xwe digirim. Dema ev name bigihêje ber destê we, ez ê ne sax bim. Ez ne xemgîn im… Nameyan ji serî heya binî xemgînî ye. Lê di nava van mercan de tiştekî din nehat bîra min ku ez binivîsim. Min nedixwest ez we bixim nava xemgîniyê. Ez ê zêde dirêj nekim. Jixwe zêde tişt nayên bîra min û her wiha gotinên zêde yên xemgînî û veqetandinê wê ne baş be. Silavên min li hemû hevalan, li cîranan, li nasan bikin. KADİR’ê we, yê ku hertim we ji ruhê xwe bêtir hez dikir…

Kadir TANDOGAN

25’ê Pûşbera 1981’ê


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Buroya Ragihandinê ya Eniya Şoreşê ya Rojhilata Navîn

image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.