JI BO BÎRANÎNA HÛSEYÎN CEVAHÎR

0 818
image_pdf

MAHÎR ÇAYAN – NIVÎSÎNÊN BIJARDE

Ji bo bîranîna Hüseyin CEVAHİR

WERGÊR: Dildar ŞEKO
Eniya Şoreşa Rohilata Navîn - Ofîsa Çapemeniyê
  • PÊŞGOTIN

Têkçûna hevsengiyên berê û damezrandina hevsengiyên taze yên li welatê me û li rohilata navîn, cenga parvekirina ser ji nuh de ya li navbera rikaberên emperyalîst ku li ser erdnîgariya rohilata navîn bi hemî tundiya xwe ve didome, ew bi xwe di sedsaliya 20`an de, bi peymana Sykes-Picot di navbera hêzên emperyalîst de hatibû parvekirin.

Ji aliyekî din ve; dewletên desthilatdar yên rohilata navîn ku piştî wardema sêyemîn bi azînên nuh yên mêtingeriyê bi emperyalîzmê ve hatine girêdan, her yek ji van hevkarên hêzên emperyalîst li her cihekî ku dihête parvekirin, bi nirxekî herî herzan xwe pêşkeşî bazara efendiyên xwe yên emperyalîst dikin û li cihên ku dihêne parvekirin li dûv daxwaza hêzên emperyalîst rola xwe ya hêrişkarî û dagîrkeriyê bi cih dihênin.

Di destpêka çaremîn wardema qeyranê, digel rûxîna dîwarê Berlînê ya di 1989`an de serûbinbûna mêjûyî durist bûye, parvekirina ser ji nuh de ya rohilata navîn û tevaya mêtingehan hatiye ragehandin. Di encam de Sûrî, bi amanca bidestxistina serdestiyê ya li hemberî hev bûye gorepana herî nazik ya şerekî germ ku bi hemî tundiya xwe ve li navbera rikaberên emperyalîst didome.

Di van rûdanan de û di van rojên ku rohilata navîn bûye kemberek ji agir, êdî hîç girîngiyeke sînor û dîwarên dihêne bilindkirin nemaye. Gelên me yekem serkeftina pêkanîna kembera şoreşger wekû rohilata navîn bi dest xistiye. Ji bo zêdekirina xelekên taze li ser vê şoreş û serkeftinê, erka ku dikeve ser şanên şoreşger û sosyalîstên welatên dîtirî rohilata navîn, zêdekirina xelekên taze ye bi ser xeleka serkeftî ya ku hatiye bidestxistin.

Guhertina çarenûsa gelên me ya li vê erdnigariya ku bi sedsalan e ji aliyê emperyalîzmê ve dihête talankirin, ji bo şoreşeke herêmî ceng û hevgirtin divêt. Ji bo damezrandina rohilata navîn ya şoreşger li pêş berî me hîç astengiyek tune. Çerxa mêjûyê êdî di berjewendiya gelên me de disûre.

Her wisa, bi wergerandin û weşana nivîsînên bijarde ya bi zimanê kurdî ku ji nivîsînên teorîk, bîrdozî yên ramyarê leşkerî-polîtik Mahîr ÇAYAN pêkhatine, em dilxweşî û serfiraziya xwe digel coşeke bêhampa bi gelên xwe re parvedikin. Nivîsînên bijarde ku ji hemî nivîsînên Mahîr ÇAYAN hatine berhev kirin, bi vê wergera kurdî yê ku di kameranî û dilxweşiya me de alîkar bûye û her wisa xwedî kedeke herî mezin e, em çend sipasiya hevalê xwe yê hêja Dildar ŞEKO bikin dîsa jî têrê nake.

Evê xebata ku ji hemî nivîsînên Mahîr ÇAYAN hatiye berhevkirin û yekemîncar bi navê -Nivîsînên Bijar de- wergera wê ku mîna pertûk bi kurdî hatiye çapkirin, ji bo bîranîna Huseyîn CEWAHÎR ku di 1`ê Hîzerana sala 1971`an de li navçeya Maltepe ya bi ser parêzgeha Îstanbûlê di şer de şehîd ketiye, dihête pêşkeşkirin.

Ev nivîsînên bijarde ku bo kurdî hatine wergerandin, ji pergala nivîsînên partiya me (Enî- Partiya Rizgariya Gel ya Tirkî )THKP-C yên teorîk û bîrdozî hatine berhevkirin. Her wisa, ji bo me û ji bo tevaya gelên welatên mêtingeh hîna jî xetîreyeke ronîdayî ye li ser rêya me ya şoreşgêrane…

HETA BI RIZGARIYÊ CENG

HER BIJÎ CENGA RIZGARIYA GELÊN ME

19 SIBATÊ 2019

THKP-C/MLSPB

PDF INDIR || ONLINE OKU

image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.