ENDAMÊ PARTIYA PROLETERYAYÊ THKP-C’YÊ, NECMETTÎN GÎRÎTLÎOGLÛ

0 64
image_pdf

Ew, li dijî wê derketin ku dewlemendiyên sererd û binerd ên welatê me li ber lingên emperyalîzmê werin raxistin; ew, li dijî wê derketin ku çîna karkeran û gelê me yê kedkar mehkûmî birçîbûn û xizaniyê hatin hiştin û welatê me kete nava zincîrên dîlbûna “mêtîngeriya nû”; ew, li dijî wê derketin ku rûmeta neteweyî di binê potînên Amerîkayê de hate perçiqandin. Wan, li dijî van tevan, ji bo Tirkiyeya serbixwe û welatekî azad, ala têkoşîna çekdarî bilind kir. Ew, rêberên me ne ku di têkoşîna li dijî emperyalîzm, olîgarşî û faşîzmê de rê nîşanî me da. Yek ji van rêberan jî Necmettîn Gîrîtlîoglû ye ku têkoşîna sendîkayê ya çîna karkeran, gihand tevgera şorşeger û di pêvajoya avabûnê ya partiya proleteryayê THKP-C’yê de cih girt.

Necmettîn Gîrîtlîoglû di 19’ê Gulana 1949’an de li Enqereyê ji dayik bû. Piştî ku ji xwendina amadeyî hat dûrxistin, çû kûrsên Halkevlerî. Di çend leyîstokên şanoyê de cih girt. Piştî leşkeriyê xelas kir di 1967’an de li kargeha hesin a bi navê Eregli Demir Çelik’ê dest bi kar kir û bû endamê Sendîkaya Karkerên Kanên Tirkiyeyê ya ku bi DİSK’ê ve girêdayî ye. Vê heyama akrkeriyê di jiyana Necmettîn Gîrîtlîoglû de guhertinên bingehîn ava kirin. Di dema ku li xewgehên xortan de dima, yek ji hevalên Mahir Çayan, Bingol Erdumlu nas kir. Di sala 1968’an de bû sekreterê TİP’ê yê Eregliyê û serokê Baskê Ciwanan ê sendîkayê.

Di 1969’an de tev li çalakiya nerazîbûnê ya ku weke Yekşema Bixwîn dihate naskirin, bû. Necmettîn Gîrîtlîoglû di wê çalakiyê de di encama êrîşa paşverûyan de bi awayekî sivik birîndar bû. Di heman salê de li Eregli Demir Çelik’ê çalakiya destberdana ji kar çêbû. Sekreterê giştî yê sendîkaya karkeran Turk-İş’ê Halil Tunç, li ser Necmettîn Gîrîtlîoglû û Bingol Erdumlu, ji bo vê çalakiyê gotibû ku “me ev grev ji bo van herdu bêbextan li dar xist”. Di dirêjahiya grevê de bi gelek awayan Necmettin bû hedef û piştî ku Turk-İş’ê û xwediyê kar li hev kirin, çalakî bi dawî bû. Di derbarê vê mijarê de wan rojan Necmettîn Gîrîtlîoglû wiha gotibû: “Ev deh roj in dibêjin em ê protokolê imze bikin û me diştaxilînin. Ev helwest, ji bo lawazkirina germahiya karkeran e. Ka em binêrin bê wê dewran çawa bigere. Van zilaman, weke ku li sûka dizan çakêtekî qetiyayî difiroşin, em firotin”.

Necmettîn Gîrîtlîoglû di heman salê de ji kar hate qewirandin. Di wê heyamê de Mahir Çayan û hevalên wî nas dike. Di sala 1970’yî de ew û hevalên wî bi ser pêşangeha Komeleya Dostaniya Tirk û Vîetnamî de digirin û belavokên karkerên kanan belav dikin. Piştî vê çalakiyê tê binçavkirin û ji lêpirsînên êşkenceyê derbas dibe û tê girtin; di meha adarê de jî tê berdan. Piştî wê jî berê xwe dide Enqereyê û diçe cem Ismet Demir’ê ku wekî “Ismetê Pêxwas” tê naskirin. Ismet Demir wê demê serokê Sendîkaya Yapi-İş’ê ye û Necmettîn jî di wê sendîkayê de kar dike. Di refbûna di nava TİP’ê de li ba Mahir Çayan û hevalên wî disekine û êdî dikeve riyeke din. Necmettîn yek ji endam û avakarên partiya proleteryayê THKP-C’yê ye.

Di heman salê de dibe serokê sendîkaya YİS’ê ya şaxê Enqereyê. Di wê heyamê de ev sendîka lez dide xebatên rêxistinbûnê û di nava karkerên rafîneriya Aliaga’ya Izmîr’ê de belav dibe. Her wiha sendîka rayeya amadekirina hevpeymana giştî ya kar werdigire, lê belê ve rayê jê tê girtin. Di wê demê de serokê şaxê Enqereyê Necmettîn Gîrîtlîoglû tê Izmîr’ê û piştî kongreyê dibe serokê giştî yê YİS’ê. Sendîka, li Aliaga’yê biryara grêvê digire û di 22’yê Tebaxa 1970’yî de grêv dest pê dike. Di heman rojê de teknîkerên Sowyetî yên ku Vladimir Putin jî di nava wan de ye têne cihê kar, lê belê piştî biryara grêvê, vedigerin cihê xwe. Di wê kêliyê de ajokarê erebeyeke li pêşiya kargehê û serokê Komaleya Ajokaran Kazim Soyuncu hewl dide bikeve hundir. Necmettîn Gîrîtlîoglû hewl dide erebeyê bisekinîne û serê xwe dixe şibakeya erebeyê; di wê navberê de dij-komunîstê har û çekdarê “Morisson Demirel”, Kazim Soyuncu, guleyan berdide wî. Necmettîn dikeve erdê; cara pêşîn Bingol Erdumlu tê ser wî. Gotina wî ya dawî jî di derbarê çalakiya grêvê de bû: “Belgeya rayeyê di bêrîka min de ye, wê rahjê.”

Ji bo bûrjûwaziya yekdest a hevkarê emperyalîzmê Necmettîn Gîrîtlîoglû, ew kes e ku çîna karkeran gihand THKP-C’ya pêşeng. Ji ber vê yekê jî ji hêla çînên serdest ên hevkarên emperyalîzmê ve di 22’yê Tebaxa 1970’yî de hate kuştin. Piştî kuştina wî, Huseyîn Cevahîr bû wekîlê serokatiya giştî ya Sendîkaya Karkerên Avahiyê (YİS’ê). Ev sendîkavanê ku jiyana xwe da doza bindestan û endamê THKP-C’yê Necmettîn Gîrîtlîoglû, li ser milên hevalên xwe û çîna karkeran hate veşartin. Hevalên wî, ala wî li erdê nehişt.

Ew, ne pêşeroj (rabirdû) ne; ew, îro ne. Ew, rêberên me ne ku em ê tirsa emperyalîzm û olîgarşiyê mezin bikin, em ê ji bo Tirkiyeya serbixwe û welatê azad, heta dawiyê şer bikin. Ew, wê hertim riya me ronî bikin.

Bijî THKP-C!

An welatê azad an mirin!

Heta rizgariyê şer!

-Buroya Ragihandinê Ya Eniya Şoreşê Ya Rojhilata Navîn-


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.