HEVPEYVÎNA THKP-C/MLSPB’YÊ YA BI NUÇE CIWAN RE

0 1.228
image_pdf

Hakki Kolgu: Beriya hertiştî weke rêxistineke ciwanan, ev hevpeyvîna we ya ku hûn bi me re dikin, heyecanê da me. Ji ber ku em jî rêxistineke ciwanan in. Îro milîtanên ku di nava refên tevgera me de cih digirin jî bi piranî derdora 25 salî ne. Di warê dîrokî de jî wiha ye. Rêberê partiya me Mahir ÇAYAN dema ku partî ava kir, 24 salî bû û dema şehîd bû jî 26 salî bû. Dozîneyên Mahir ÇAYAN ên salên 1970’î him di avakirina PKK’yê de bandor kir him jî îro bûn dozîneyên ku ji hêla gelek şoreşger û rêxistinan ve têne pejirandin. Ew şoreşger, di temenên ciwan de di xeta xwe de zelal bûn û bi pratîka xwe jî ev yek çespandin. Ev jî dike ku em serbilind û kêfxweş bin.

Em niha dikarin bersivên pirsên we bidin.

Nûçe Ciwan: Pêvajoya Geziyê ya ku  ji bo şoreşa Tirkiyeyê cihekî wê yê girîng hebû pêk hat û piştî wê gavên şoreşa Rojava hatin avêtin. Hûn dikarin hinekî behsa wê pêvajoyê bikin?

Hakki Kolgu: Em hinekî behsa wê yekê bikin ku beriya pêvajoya Geziyê, Tirkiye di rewşeke çawa de bû. Beriya 2013’an karker, gundî, jin û ciwanên gelê kedkar ê Tirkiyeyê di nava bêdengiyekê de bûn. Qaşo kesên pêşeng jî bi ser neketibûn û dixwestin sûcê têkçûnê bixin stûyê gelê kedkar. Him digotin “li Tirkiyeyê mercên şênber ên şoreşê hene û faşîmz û qeyran berdewam e him jî bi hinceta ku li mafên xwe nagerin û serhildanê nakin, gazincan ji gelê kedkar dikirin. Û di dawiyê digotin ku tiştek ji vî gelî dernakeve û xwe radestî jixweberbûnê dikirin. Gelek ji wan dev ji armanca şoreşê berdabûn û sûcê vê doza ku dev jê berdabûn jî dixistin stûyê gel. Ango bêhêvîbûn û reşbînî pêş ketibû. Di wê demê de pêvajoya çareseriyê jî hebû û bayên aştî, biratî û jiyana hevpar dihatin. Bi taybetî jî di nava çînên navîn û biçûk ên gelê Kurd de daxwaz û hêviyên xurt hebûn. Bêguman Tevgera Kurd ji bo ku pêvajo zirarê nebîne, gelekî baldar bû. Lê xewnên reformîst pêş ketibûn. Bi giştî rewşa wê demê wiha bû. Ji bo gelê Kurd hêvî hebû û ji bo gelê Tirk jî bêhêvîbûn hebû.

Beşeke mezin a derdorên şoreşger, demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyê dev ji şoreşê berdabûn û di nava lêgerînên lîberal de digevizîn û ji gel jî dixwestin ku dev ji doza xwe berdin. Beşeke biçûk a şoreşger a ku dev ji doza xwe bernedabûn jî di nava wê hewldan û lêgerînê de bûn ku daxwaza şoreşê ya vî gelê bêaramî û aciz wê çawa birêxistin bikin. Rêxistinên şoreşger di nava xwe de dikeliyan di nava rêxistinên reformîst û yên şoreşger de milîtanên ciwan ên nifşên nû, sekn û pratîka rêxistinên xwe nedipejirandin. Rêxistinên heyî rê nîşan nedidan, rê venedikirin û li riyekê jî nedigeriyan. Pêngavên dîrokî, ev rê nîşan didan, lê rêveberên rêxistinên heyî şiqama 12’ê îlonê xwaribûn û wêrekiya wan nemabû. Kesên wiha riyên tê zanîn dixitimandin, genetîka pêngavên dîrokî xera dikirin, bertekên wê nerm dikirin û bi vî awayî statukoya xwe ya heyî diparastin. Lê hêrs û bêsînorbûna ciwanan hesab nedikirin. Ango heta sala 2013’an gelek rêxistin lawaz bûbûn, parçe bûbûn, veqetandin çê bûbûn û lêgerînên nû derketibûn. Di nava rewşeke wiha de pêla ku ji binî ve tê geş bûbû, teqiyabû û ew derfet ava bûbû ku lêgerînên heyî hev nas bikin. Ev pêl, kir ku Erdoxanê çete, derkeve riyeke zehmet a heta Fasê. Wekî her gav notirvanê pergalê CHP bi hawarê ve hat. Her wiha patronên desthilatdariya jorîn jî alîkarî kirin. Ya na wê hemû têk biçûna. Hin derdor jî gelekî şaşwaz bûbûn. Wê pêvajoya çareseriyê xera bûba û hêviya jiyana bi hev re nemaba. Êdî rewş berovajî dibû. Li eniya Kurd tirs, reşbînî û hişyariyên provokasyonê pêş diketin û li eniya Tirkiyeyê jî hêvî û geşbînî pêş diket.

Tiştek ji koma “beradayî û hovan” derketibû. Bêguman hin kes hebûn ku guh nedidan hişyariyên provokasyonê; ew jî ciwan bûn. Ciwanên herdu welatan dest dan hev û bi hawara şoreşa Rojava û berxwedêrên Kobanê ve çûn.

Nûçe Ciwan: Di şerê Şoreşa Rojava de we çi jiyan kir? Di vê pêvajoyê de bûyera ku herî zêde bandorê li we kir çi bû? Bîranên we yên bi hevalên şehîd re hene?

Hakki Kolgu: Dema ku ev geşedan pêk dihatin, di nava partiya me de jî veqetandineke şoreşger pêk hatibû û lêgerîn jî zêde bûbûn. Beriya berxwedana Kobanê tevgera me hewldanên xwe xurt kirin, lêgerînên xwe xistin meriyetê û hin encam jî girtin. Di dema berxwedana Kobanê tevgera me li Stenbolê bi armanca piştgiriya berxwedana gelê Kurd hin rêzeçalakiyên çekdarî û bêçek kirin. Sê hevrêyên me yên ku di nava van çalakiyan de cih girtin, paşê şehîd bûn. Hevrêyê me Alper Çakas, di pêngava yekkirina kantonên Cizîrê û Kobanê de şehîd bû; Muhammed Arslan li qadên parastinê yên Medyayê şehîd bû; hevrêyekî me yê din jî di êrîşên dagirkirina Efrînê de li dijî dewleta Tirk a dagirker şer kir û şehîd bû. Di vir de xala herî girîng ew e ku temenê kesên ku şehîd bûn 18 heta 25’an bû. Ciwantî ev e… Herî zêde Mahir Arpaçay bandorê li min kir. Hinekî mijareke taybet e.

Hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê piştî Filistînê cara duyem bû ku bi dehan şoreşger û ciwanên ku bi dûv xeyalên xwe ketibûn, şehîd dan. Tenê di berxwedana li dijî dagirkeriyê ya li Efrînê de 8 hevrêyên me şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Ev yek diçespîne ku kes nikare bi genetîka tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bileyîze û bertekên wê hîn jî çiqasî xurt û zindî ne. Min xwest ku ez bi taybetî vê yekê diyar bikim. Şoreş, ne tenê bûyereke wiha ye ku kesên ku sax dimînin û dozê berdewam dikin, her ku hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin diêşin; demên kêfxweş jî hene. Şoreş, ji bo bindestan bûyereke kêfxweşiyê ye. Ez dixwazim behsa yek ji bûyeran bikim ku ji serê hevrêyên me yên eniyê derbas bûye. Di berxwedana Kobanê de hin ji şoreşgerên Tirk di malekê de li dijî çeteyan berxwedanê dikin. Gelek ji wan ji metropolên Tirkiyeyê yên weke Stenbol, Izmîr hatine û gelek ji wan bi Kurdî nizanin. Heval ji wan dixwazin ku ji xwe re kodekê diyar bikin û li ser bêtêlê bi wê kodê têkiliyan deynin. Hevrêyên me jî navê “Yûsif” li xwe dikin. Heval bang dikin: “Yûsif”, bersiv nayê. Cara duyemîn bang dikin, dîsa deng nayê. Vê carê bi ser hev de dibêjin “Yûsif, Yûsif, Yûsif”. (Yûsif, Yûsif di zimanê Tirkî de remza tirsê ye). Bi vî awayî kêf û henek çê dibû. Bîranîneke din jî: min bi Kurdî nizanîbû, em hîn nuh hatibûn vir. Em li eniya Rimêlanê di çeperê de bûn. Min nobeta xwe digirt. Hevalekî li ser bêtêlê got: “Heval yek jêr, yek jor”. Min jî got: “Heval ez Tirk im, ez bi Kurdî nizanim”.  Paşê heval bi Tirkî got: “Derkev jor, derkev jor”. Min jî got: “Ma hîn ez ê çiqasî derkevim? Ez li herî jor im; ez li ser xanî me. Cih nema ku ez derkevim”.  Li hemû eniyê kêf û henek çê bû. Şoreş, koma êş û kêfê ye.

Nûçe Ciwan: Di şoreşa Rojava de cihê tevgerên çepgir û sosyalîst gelekî girîng e. Tevgera we jî cihê xwe di şoreşê de girt û hûn hîn jî di nav de ne. Di dema pêş de hûn ê çawa tev lê bibin?

Hakki Kolgu: Divê em mijarekê bi taybetî diyar bikin, bûyer û geşedanên ku li herêmê pêk tên êdî bi qada xwe ve sînordar namînin. Em jî weke tevgerên çepgir û sosyalîst gelo çiqasî di ferqa vê cidiyetê de ne? Beşeke mezin a ji ciwanên ku di pêvajoya Geziyê de destê hev digirtin û di nava berxwedanê de cih girtin, piştî berxwedana Kobanê herikin vir. Ev herikîn, bêyî daxwaza rêxistina wan bû jî. Ango ciwan çalak in, li benda pêvajoyên burokratîk û biryaran namînin.

Di çarçoveya şoreşa Rojava de, di nava 8 salan de bi milyonan mirov neçar man ku koçî welatê me bikin. Metropolên Tirkiyeyê bi penaberên Ereb û Kurd tijî ne. Û li hemberî wan jî lêsorkirin û êrîşên nijadperest û şowenîst gelekî pêş ketine. Daxuyaniya dawî ya Ekrem Îmamoglû jî bi awayekî aşkere bangewaziya lêsorkirin û komkujiyê ye. Pêwîst e ku em li dijî van bangewaziyên nijadperest û li hemberî provakatoran baldar û şiyar bin. Ji bo vê jî pêwîst e ku yekitiya şoreşger a gelên Rojhilata Navîn were birêxistinkirin. Wê hemû hewldana me jî ji bo vê yekê be.

Em di heyameke girîng de ne. We got ku hûn ê çawa tev li pêvajoyê bibin. Ciwan, di hêela pratîkê de wêrek in û di warê polîtîk de jî pirsên wêrek dipirsin û bersivê dixwazin. Pirseke aqilane ye û pêwîst e em jî teqez û aşkere bersivê bidin. We di çarçoveya şoreşa Rojava de ev pirs kir. Em ê jî hişyariya dîrokî ya Huseyîn Cevahîr a li şoreşgerên Kurd û Tirk a di Rapora Rojhilatê Anatolyayê de kiribû bi bîr bînin û bersivê bidin : “Emperyalîzm, li Rojhilata Navîn plana xwe bi lez û bez dixe meriyetê” “Xala herî girîng ev e”… (Huseyîn Cevahîr)

Nûçe Ciwan: Bandora Şoreşa Rojava ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê çawa bû? Ji bo dema bê, wê ji bo gelên cîhanê bibe mînakeke çawa?

Hakki Kolgu: Şoreşa Rojava ji merhaleyeke krîtîk re derbas dibe. Şoreşa li vir bandorê tenê li Tirkiye û Kurdistanê nekir, her wiha bandorê li tevahiya cîhanê jî kir. Mijar ewqasî berfireh e ku mirov tenê nikare bi bûyerên li vir bigire dest. Bi xetên qalind mirov dikare wiha binirxîne: “Parçeyeke erdnîgariyê ya biçûk e, lê hemû hêzên cîhanî û herêmî li vir têdikoşin”.

Ji bo Tirkiyeyê jî terora aşkere ya dewleta Tirk di encama şerê paşverû û dagirker ê ku ji 2011’an û vir ve didomîne de bû sedema bêkarî, xizanî, birçîbûn û pirsgirêka penaberiyê ya gelê kedkar ê Tirk. Li Kurdistanê şerê dagirkeriyê kûrtir bû û derbasî derveyî sînor bû. Ango dagirkerî û berxwedana li dijî dagirkeriyê di nava hev de bûn. Ji ber wê jî êdî mirov nikare bûyeran û geşedanan tenê bi herêmê ve binirxîne. Ji hêla gelan ve jî wiha ye. Beriya 2011’an ne gengaz bû ku mirov gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji hev cuda bigire dest. Ya jî ne gengaz bû ku mirov wan ji hêla civaknasiyê ve ji hev biqetîne. Niha rewş ji bo gelê Ereb jî wiha ye. Gelên Kurd, Tirk û Ereb piştî destwerdana li Sûriyeyê bêtir nêzîkî hev bûn. Ev gel, ji hêla civaknasî, aborî, polîtîk û leşkerî ve rasterast bi hev ve hatine girêdan. Êdî pirsgirêkên welatên vê erdnîgariyê ne tenê pirsgirêkên wan in û pêwîst e em jî perspektîfên xwe li gorî vê pêş bixin.

Ji bo qada Rojava jî di vê merhaleyê de hin bûyerên xeternak rû didin. Astengiyên cidî hene ku şoreş, bi hêzên hundirîn û li ser bingeha demokratîk were meşandin. Ji hêla leşkerî ve gef û êrîşên dewleta Tirk a faşîst neqediyane. Dewleta Tirk li Efrînê û Cerablûsê dagirkeriya xwe didomîne. Şoreş, di nava dorpêçekê de ye. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Xakûrkê û Başûr, ne tenê ji bo kûrkirin û mayindekirina dagirkeriyê ye. Hêzên anglo-siyonîst hewl didin ku reha şoreşger û demokratîk a Tevgera Kurd qut bike û kevneşopiya wê xera bike. Vê yekê jî bi vê operasyona ku bi dewleta Tirk a faşîst re li dar dixin re pêk tînin. Bi vî awayî dixwazin tevgera Kurd ji cewhera wê ya şoreşger û demokratîk qut bibin û planên xwe deynin pêşiya wê. Dixwazin dînamîkên şoreşger û demokratîk ên tevgera Kurd lawaz bikin, wê ji gelên herêmê û cîhanê dûr bixin û di qada Rojava de “bûyera mêtîngeriya nû gav bi gav bixin meriyetê”. Armanca wan ev e. “Xala herî girîng ev e”…

Nûçe Ciwan: Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 8’an. Di vê pêvajoyê de hûn rastî pirsgirêkên çawa hatin? Di sala 8’an de divê ciwan çawa xwedî li şoreşa Rojava derkevin û pêwîst e ciwanên cîhanê vê şoreşê çawa binirxînin?

Hakki Kolgu: Partiya THKP-C/MLSPB di 6’ê Ctomeha 2014’an de hat nava axa Rojava. Me ev erdnîgarî nas nedikir û serboriyên me yên şer tune bûn. Her wiha di nava koma me ya pêşîn de kesên ku bi Kurdî dizanîbûn tune bûn. Me dixwest em demildest derbasî çeperan bibin û li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Piştî perwerdeyeke leşkerî ya demkurt em derbasî eniyê bûn. Em jî rastî hemû zehmetiyên şoreşê û hêzên şoreşger hatin. Me şer kir û em bi rêxistin bûn û em bi rêxistin bûn û me şer kir. Rêgezên DAIŞ’ê yên sincî tune bûn, ango dewleta terorê ya Tirk bixwe bû. Me li hemberî dijminên wiha şer kir û em hîn jî şer dikin. Pirsa ku divê em bersiva wê bidin jî ev e; gelo wê şoreş bênavber bimeşe yan na? Em dikarin bersiva pirsa we ya sêyemîn niha bidin.

Emperyalîzm dixwaze ku şoreşê ji hêzên navxweyî qut bike û bixe binê kontrola xwe. Û bi vî awayî diyardeya mêtîngeriya nû gav bi gav saz bike û cewhera şoreşê ya demokratîk ji holê rake. Bêguman bêyî ku hevkarên wê yên navxweyî hebin, nikarin bi ser bikevin. Em bi awayekî aşkere dibêjin ku em rêxistineke Marksîst û Lenînîst in. Heger dijberiya emperyalîzmê û dijberiya mêtîngeriyê xwe nespêre dijberiya sermayedariyê û armanca wê ne rizgariya civakî ango sosyalîzm be, wê ew gelê ku ji mêtîngeriya klasîk rizgar bûye, bikeve binê kontrola mêtîngeriya nû û wê bibe dîlê wê. Li Tirkiyeyê niha ev heye.

Em ê weke sosyalîstên şoreşger ji ciwanên Rojhilata Navîn û cîhanê re hertim behsa van rastiyan bikin; em ê tu carî dev ji vê şoreşa ku em tev li wê bûne û me berdêl dane bernedin û têkoşîna şoreş û sosyalîzmê mezintir bikin. Her wiha em ê hewl bidin ku plana emperyalîzmê ya ku dixwaze li Rojhilata Navîn bixe meriyetê vala derxînin. Divê ciwan jî bi vê biryardarî û wêrekiyê li şoreşê xwedî derkevin.

BIJÎ ŞOREŞ Û SOSYALÎZM

BIJÎ YEKITIYA HÊZÊN ŞOREŞGER ÊN ROJHILATA NAVÎN

BIMIRE EMPERYALÎZM

19/07/2019

HAKKI KOLGU

THKP-C/MLSPB

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.